Şaredarî soza çareserkirinê da

Berpirsên Komîteya Xizmetguzarî ya Hemrat diyar kirin ku piştî peydakirina alavên pêwîst ew ê yekser dest bi sererastkirina xetên kanalîzasyonê li bajarokên Tawî Riman û Reqa Semra bikin.

Şaredarî soza çareserkirinê da
Şaredarî soza çareserkirinê da
Şaredarî soza çareserkirinê da
Şaredarî soza çareserkirinê da
Şaredarî soza çareserkirinê da
9 sibat, 2019   06:45

REQA

Komên çete di dema ku bajarê Reqayê dagir kribûn de tunel dikolandin, di encamê de binsaziya herêmê xirab kiribûn û ziyanên mezin gihiştin xetên kanalîzasyonê.

Piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD‘ê ve saziyên xizmetguzariyê yên Mecisa Sivîl a Reqayê bê navber dixebite ku ziyanan sererast bike.

Li bajarokên Reqa Semar û Tawî Riman ên rojhilatê bajêr Reqayê pirsgirêkên kanalîzasyonê hene, ji ber vê yekê av li kolanan kom dibe û bihna nexweş balav dibe ku dibe sedema belavbûna nexweşiyan û qutbûna rêya.

Şêniyên bajarokên navborî ji ber vê pirsgirêkê gazincên xwe parve dikin.

Şêniyên bi navê Hisên El-Abid ê ji bajarokê Reqa Semra ye dibêje:"Li vir pirsgirêkên kanalîzasyonê hene, av derbasî malên me dibin û bêhna genî derdikeve. Em dixwazin ku aliyên peywendîdar di demeke nêzîk de vê pirsgirêkê çareser bike."

Şêniya bi navê Wedha El-Xidir ji bajarokê Hawî Ruman heman tişt anî ziman û got:"Pirsgirêka kanalîzasyonê li gundê belav dibe û av derbasî mala me dibe."

Hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Hemrat Ebdulezîm El-Ebûd li ser mijarê ev tişt anî ziman:"Em vê pirsgirêkê dizanin, Komîteya Xizmetguzariyê û Buroya Tekînîkê xetên bi zirar keşif kirin. Hin xet henre bi hêsanî dikarin werin sererastkirin, lê hin din hene hewcedarî bi alavên giran hene da ku werin sererastkirin. Di rojên pêş de em ziyanan sererast bikin."

ANHA