‘Em destê xwe naxin destên ku xwîna gelê Sûriyê rijandine’

Rûspiyên Ereb ên herêma Cizîrê gotin: "Ne mumkin e ku em destê xwe bixin destê ku bûne sedema rijandina xwîna gelê Sûriyê. Em dagirkeriya Tirkiyê napejirînin."

‘Em destê xwe naxin destên ku xwîna gelê Sûriyê rijandine’
9 sibat, 2019   06:41

SILAVA EBDULREHMAN – RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna xeyalên dagirkeriya xaka Sûriyê, hewl dide gel û pêkhateyên herêmê li dijî hev rabike. Dewleta Tirk a dagirker di mehên borî de hinek kesên ku axa xwe ji DAIŞ’ê re hêlayîn û reviyane Tirkiyê komkiribûn. Ew kes wek rûspiyên gelên Sûriyê binavkiribûn.

Ji aliyekî din ve ji 13‘ê Kanûnê ve gefên êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiya giştî ragihand. Li seranserî Bakur û Rojilatê Sûriyê bi çalakiyan gefên dagirkeriya Tirkiyê tên protestokirin. Rûsiyên Ereb bi daxuyaniyan dagirkeriya Tirkiyê red kirin.

Rûspiyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo bi rêya ajansa me dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û gotin: "Ne mumkin e ku em destê xwe bixin destê ku bûne sedema rêjandina xwîna gelê Sûriyê."

Rûspiyê eşîra Tufêhîn Mihemed El-Elî diyar kir ku QSD, hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de digire û nakokî di navbera pêkhateyên herêmê de tinene.

El-Elî destnîşan kir ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di nava 7 salên aloziyê de sivîl kuştin û kevir li ser kevir nehiştin, komên çete desteka xwe ji Tirkiyê digirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk berpirsyarê azarên gelê Sûriyê ye. Piştî planên wê di rêya çeteyan de têkçûn bi xwe destwerdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir."

El- Elî di berdewama axaftina xwe de teqez kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê red dikin û axivî: “Em destwerdana Tirkiyê li herêmên red dikin. Li herêmên ku Tirkiye û çeteyên wê dagir kirine binpêkirin hene, ne mumkine em destê xwe bidin çeteyên Tirkiyê yên ku bûne sedema rijandina xwîna gelê me."

Rûspiyê êşîra Xewatina Welîd El-Rafai jî destnîşan kir ku nakokî di navbera eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nine û got: "Gotegotên ku dibêjin di navbera me de nakokî hene ne rast in, em wekî biran e, ji hev hez dikin, em yek, armanca me parastina yekîtiya xaka Sûriyê ye ku bi saya xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin."

El-Rafai di dawiya axaftina xwe de wiha got: “QSD, ji şêniyên herêmê hat avakirin. Em şêniyên Sûriyê ne, tu kes nikare înkar bike ku vê hêzê ferehiyeke mezin ji Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kiriye."

(bb/bm)

ANHA