Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rûsyayê bang li hevalbenda xwe Tirkiyê kir ku li gorî hevpeymanên der barê herêmên bêçek de tev bigere û teqez kir ku Cebhet El-Nusra dixwaze tevahî Idlibê bixe bin dagirkeriya xwe. Her wiha metirsiyên çavdêran hene ku heger hêzên Amerîkayê xwe vekişînin dê çeteyên DAIŞ`ê careke din derkevin holê. Li paytexta Sûdanê Xertûmê jî xwepêşandan li dijî hikumeta Sûdanê didomin.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
8 sibat, 2019   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro behsa lihevkirina Rûsî – Tirkî der barê Idlibê, vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de, her wiha xwepêşandanên li Sûdanê û aloziya Sûriyê û her wekî din kir.

El-Heyat: Nakokiyên hêzên Amerîka – Tirkiyê der barê vekişandinê û têkildarî "herêma ewle" li Sûriyê de didomin

Rojnameya El-Heyat têkildarî nakokiyên der barê herêma ewle de wiha nivîsand: “Der barê rewşa Sûriyê de îşaret bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir ku lezbûnek di pêkanaîna nexşerêya Minbicê de heye û got Enqere û Washington der barê avakirina hêzeke hevbeş di navbera Enqere û Washington de li hev kirine û armanca wan ku girêdayî mijara vekişandina hêzên Amerîkayê ji xaka Sûriyê di nava hevkariyê de bin. Her wiha wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew nêrînên Amerîkayê der barê avakirina herêma ewle de red dikin.

Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova wiha got: "Em bi hêvî ne ku hevalbendên me Tirkiyê keda xwe ji bo guhertina rewşê di dawiyê de, bi kar bîne. Her wiha pîvanên der barê lihevkirina Soçiyê de der barê Idlibê û herêma ewle de pêk bîne."

Zaxarova hişyarî da ku armanca dawîn a terorîstan ku herêma bêçek li Idlibê bixe bin dagirkeriya xwe de her wiha got planên wan ji bo avakirina odeyeke hevbeş ji bo fermandariya navendî ku tê de hemû komên neqanûnî yên li herêmê ne, hene.

El-Ereb: Rewşeke biguman li hêviya rojhilatê Sûriyê ye 

Rojnameya El-Ereb der barê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê got demê dest pê kiriye û rêxistina terorîst a îslamî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi tunekirinê ve diçe. Her wiha rewşeke metirsî li gel alîgirên vekişandina hêzên Amerîkariyê û yên dijberî wê heye.

Fermandarên leşkerî yên Amerîkayê û yên rojava metirsiyên wan der barê vekişandina hêzên Amerîkariyê heye û dibêjin dê rêxistina terorîst careke din vejîn bibe û şaneyên wan li hindek parçeyên Sûriyê û Iraqê hene.

Şerq El-Ewset: Cara yekemîn di hundirê Xertûmê de xwepêşandan hatin lidarxistin

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê xwepêşandênên li hundirê Xertûmê de wiha got: "Tevî reşa ewlehiyê ya zêde, bi hezaran gelê Sûdanê cara yekemîn di hundirê Xertûmê de xwepêşandan li dar dixin."

Xwepêşandan duh li ser xwesteka kombûna pîşesazên Sûdanê li derdora Sûk El-Erebî ku ji mezintirîn sûkên bajêr e, hate lidarxistin.

El-Heyat: Meclisa Ewlehiyê li ser biryara Îsraîlê ya bidawîkirina xebata çavdêrên navneteweyî li El-Xelîl mixabiniya xwe anî ziman  

Der barê rewşa Filistînê de jî rojnameya El-Heyat wiha got: "Hemû endamên Meclisa Ewlehiya Navneteweyî ji bilî Amerîkayê mixabiniya xwe der barê biryara Îsraîlê ku dê karê şandeya çavdêrên navneteweyî li bajarê El-Xelîl de dawî bike, anîn ziman. Di civîneke girtî de Washington ev yek di aliyê qanûnî de lê nerî û got ku ji mafê her du aliyan Îsraîl û Filistînê ye ku dema şandeyê dirêj nekin."

El-Ereb: NY di çareserkirina dosyayên hêsîran de bi bin dikeve

Der barê rewşa Yemenê jî rojnameya El-Ereb li ser binketina hevpeymana dosya hêsîran de wiha got: "Ked û xebata Neteweyên Yekbûyî (NY) da ku gefên hilweşandina biryara El-Siwêd El-Mibrim di navbera hikumeta Yemenê û çekdarên Hûsiyan de bin dikevin, çavkaniyên siyasî ji El-Ereb re teqez kir ku civîna komîteya radestkirina hêsîr û girtiyan li paytexta Urdun Ûmanê tu encamên baş neanî."

El-Quds El-Erebî: Şêwirmendên Trump serdana Rojhilata Navîn dikin

Rojnameya El-Quds El-Erebî li ser zimanê berpirsan wiha got: "Ji mezintirîn şêwirmendên Mala Spî Jared Kouchner herî kêm dê di dawiya Sibatê de dê serdana 5 dewletên Ereb bike da ku rewşa dîplomatên li wir bişopîne û beşa aborî ya pêşniyara Amerîkayê û alîkariya wan bikin. Du berpirsên payebilind û şêwirmendê Mala Spî ya aştiyê li Rojhilata Navîn Jason Greenblatt xwe amade dikin da ku serdana Ûman, Behreyn, Siûdiyê, Îmarat û Qatarê bikin."

(bx-jo)