‘Hevdîtina min a bi Ocalan re xeta jiyana min guherand’

Dayika Cemîle Ebdo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye, wiha qala hevdîtina xwe dike: “Hevdîtina min a bi Ocalan re xeta jiyana min guherand. Min bi gotinên Ocalan xwe perwerde kir û tevahiya endamên malbatê tev li şoreşa Rojava û tevgera rizgariyê kirin.”

‘Hevdîtina min a bi Ocalan re xeta jiyana min guherand’
‘Hevdîtina min a bi Ocalan re xeta jiyana min guherand’
‘Hevdîtina min a bi Ocalan re xeta jiyana min guherand’
‘Hevdîtina min a bi Ocalan re xeta jiyana min guherand’
8 sibat, 2019   09:44

SILAVA EBDULREHMAN - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Dayika Cemîle Ebdo 80 salî ye û ji şêniyên bajarê Qamişloyê ye. Du keç û 6 kurên wê hene. Kurê wê bi navê Îbrahîm Şêxmûs Melek bi nasnav Remzî di sala 1999`an de li çiyayên Bakurê Kurdistanê yên Mêrdînê şehîd bûye.

Piştî destpêkirina şoreşa Rojava tevahiya zarokên wê tev li nava refên şoreşê dibin. Zarokên wê tev li YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên sivîl bûn û roleke mezin di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û avakirina neteweya demokratîk de lîst.

Dayika Cemîle, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şahiya 15`ê Tebaxa 1989’an de li Akademiya Mehsûm Korkmaz a Lubnanê dîtiye. Dayika Cemîle hestên xwe yên wê demê wiha wesifandin: "Ez bi coş û heyecaneke mezin li benda hatina rêber mam."

Dayika Cemîle da zanîn ku wê demê Ocalan civînek heya du saetan li dar xist. Dayika Cemîle wê civînê wiha bi bîr tîne: “Ez bi demê nehesiyam ji ber ku gotinên Rêbertî û mijarên ku qala wan dikir, bala tevahiya beşdaran dikişand. Rêbertî bal kişand ser pêwîstiya yekitiya gelê Kurd li hember xetereyan. Rêber Ocalan biratiya gelan, pêwîstiya yekitiya refa Kurd û azadiya jinan tekez kir."

Dayika Cemîle diyar kir ku piştî hevdîtinê û bicihanîna perspektîfên Ocalan guhertineke mezin di kesayeta wê de pêk hatiye û ev tişt anî ziman: "Her peyvek ji gotinên Ocalan xwedî wate û nirxên kûr bûn. Ji bo min mîna perwerdeyekê bûn. Ji bo têkoşînê, jiyana azad û birûmet em tev li şoreşa Rojava û tevgera rizgariya Kurdistanê bûn. Gotinên wî di hiş û dilê min de hatine kolandin."

Dayika Cemîle destnîşan kir ku gotina herî zêde bandor li wê kir, çawa jin xwedî hêz û vîn bin da ku bikarin xwe biparêzin. Dayika Cemîle di dawiya gotinên xwe de bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd kir ku çalakiyên xwe heta rakirina tecrîdê bidomînin.

(şx/bm)

ANHA