Bi amûr û derfetên kêm xizmeta 47 hezar kesî dikin

Navenda tenduristiyê ya li gundê Sawa yê rojavayê Dêrazorê tevî derfetên kêm xizmetê pêşkêşî 47 hezar welatiyan dike. Xebatkarên navendê bang li rêxistinên mirovî dikin ku ji wan re bibin alîkar da ku xizmeteke baştir pêşkêş bikin.

Bi amûr û derfetên kêm xizmeta 47 hezar kesî dikin
Bi amûr û derfetên kêm xizmeta 47 hezar kesî dikin
Bi amûr û derfetên kêm xizmeta 47 hezar kesî dikin
Bi amûr û derfetên kêm xizmeta 47 hezar kesî dikin
8 sibat, 2019   09:07

FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Navenda Tenduristiyê ya li gundê Sawa ku dikeve rojavayê Dêrazorê, nû hatiye vekirin. Navenda tenduristiyê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû talankirin û wêrankirin.

Navenda Tenduristiyê ya Sawayê xizmeta şêniyên 3 gundan dike, Hemar El-Elî ku hejmara niştecihên wê 15 hezar welatî ne, Sawa 12 hezar û Ziêter 20 hezar kes in.

Navend 22‘yê Kanûna 2018‘an hate vekirin û rojane 8 saetan dixebite. Di navendê de 4 rêveber, bijîşkek, 5 hemşîre û xebatkdarên xizmetguzariyê dixebitin.

Navend rojane zêdetirî 100 nexweşan pêşwazî dike, jê 50 têne fehskirin û yên din derbasî nexweşxaneyan dikin ku bi qasî 20 km ji gund dûr in. Navend bê pere xizmetê dike. Her wiha dermanê nexweşiya laşmanya li şêniyan belav dike.

Gerînendeyê navendê Xalid Remedan wiha têkildarî rewşa navendê wiha got: "Em bi alavên kevn kar dikin, rêxistin destekê nadin, navend bi derfetên xwe xizmeta şêniyan dike. Nexweşên ku rewşa wan giran be, em wan radikin nexweşxaneyan. Ez bang li rêxistinên tenduristiyê dikim ku alîkariyê bişînin."

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Husam El-Elî diyar kir ku ew li gorî derfetên di dest wan de alîkariyê ji navendê re dişînin.

Navenda Tenduristiyê li gel derfetên kêm di destpêka meha borî de kampanyaya aşlekirina zarokên Dêrezor ji nexweşiyên wekî velicbûn, kezeb, sorik, wêran û hwd dabû destpêkirin.

(bm)

ANHA