Zarokên Efrînê li ser Berxwedana Serdemê û Ocalan distrên

10 zarokên Efrînî ku li Şehbayê dimînin, komeke muzîkê ava kiriye û li ser Berxwedana Serdemê û Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan distrên.

Zarokên Efrînê li ser Berxwedana Serdemê û Ocalan distrên
Zarokên Efrînê li ser Berxwedana Serdemê û Ocalan distrên
Zarokên Efrînê li ser Berxwedana Serdemê û Ocalan distrên
Zarokên Efrînê li ser Berxwedana Serdemê û Ocalan distrên
Zarokên Efrînê li ser Berxwedana Serdemê û Ocalan distrên
8 sibat, 2019   08:27

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê 10 zarokên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeran li Kampa Berxwedan a navçeya Şehbayê dimînin, komeke stranan bi navê "Ciwanên Kampa Berxwedan" ava kir.

Endamên vê komê ku zarok in, stranên li ser azarên şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dîtine û berxwedana gel a li hemberî êrîşan çêdikin.

Di demên dawîn de, dengbêj û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Kampa Berxwedan Ferhad Elûş 5 stran çêkirin, hin jê balê dikişînin ser Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên hovane yên dagikeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê, berxwedana gelê Efrînê ya li dijî van êrîşan û berdewama berxwedanê li Şehbayê.

Endamên komê di nava sê mehan de her hefeyê 3 caran perwerde li ser van stranan dît heta ku fêr bûn.

Endama komê zaroka bi navê Mufîda Hemdî der barê amadekariyên van stranan de wiha got: "Stran ji gotin û awazên hunermend Ferhad Elûş in, ev stran li ser berxwedana gel a li dijî êrîşên hovane yên dagirkeran û komploya li dijî rêber Ocalan in. Di nava 3 mehan de me perwerde li ser van stranan dît, niha em hazir in ku van stranan di şahî û minasebetan de bibêjin."

(bm)

ANHA

.