‘Eger Tirkiye ji Sûriyê derkeve wê alozî bi dawî bibe’

Beşdarên komxebata danûstandinan ku duh li bajarê Helebê hatibû lidarxistin, diyar kir ku pêwîst e gelê Sûriyê li hemberî destwerdanên Tirkiyê bibe yek û kengî dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê bi dawî bibe, wê aloziya Sûriyê jî bi dawî bibe.

‘Eger Tirkiye ji Sûriyê derkeve wê alozî bi dawî bibe’
8 sibat, 2019   07:46

TOLÎN HESEN / HELEB

Duh li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi dirûşma ‘Ber bi Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ve’ yekemîn komxebata danûstandinê ku ji aliyê buroya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a bajarê Helebê ve hatibû organîzekirin, bi beşdarbûna 67 kesayetên ji partiyan, serbixwe, rewşenbîr, kesayetên olî (xiristiyan, êzidî, misilman) û nûnerên êlan li dar ket.

Yekemîn komxebata danûstandinan bi sponseriya buroya MSD’ê ya Helebê hate lidarxistin. Di komxebatê de çawaniya avakirina yekrêziya gelê Sûriyê hate nîqaşkirin.

Hin kesên ku beşdarî komxebatê bûbûn, nêrînên xwe li ser mijarê parve kirin.

Hevseroka buroya MSD‘ê ya Helebê Fehîma Hemo armanca komxebatê diyar kir û wiha got: "Bi rastî meclis ji destpêkê ve teqez dike ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogên navxweyî li ser xaka Sûriyê pêkan e. Me xwest bi vê gava yekemîn ku rewşenbîrên welatparêz, rûspiyên ji hemû deverên Helebê tê de hazir bûn, nameyekê bişînin ku bi rastî diyalog û nîqaşên der barê aloziya Sûriyê de rêbaza têgihîştina ber bi nêrîneke siyasî ya yekbûyî ve ye. Her wiha teqez bikin ku çareserkirina aloziya Sûriyê di destê gelên Sûriyê de ye, ji ber ku mijareke gelê Sûriyê eleqedar dike. Divê em bibin yek da ku karibin dagirkeriyê li ser xaka xwe ya Sûriyê bi dawî bikin û bigihîjin avakirina Sûriyeke demokratîk ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de kom bike."

‘Divê gelê Sûriyê li hemberî hovîtiya Tirkiyê yekitiya xwe ava  bike’

Aktivîstê siyasî Îsam Ezûz diyar kir ku ji bendên sereke yên di komxebatê de hatin gotûbêjkirin xetereya Tirkiyê li ser Sûriyê bû û wiha axivî: “Hebûna Sûriyê li nêzî Tirkiyê ne ji bextê gelê Sûriyê ye. Ji ber ku Tirkiye dewleteke hov e û çavê xwe berdaye xaka Sûriyê. Ev tiştek ne ecêb e, ji ber ku beriya wê Osmaniyên pêşiyên Tirkan jî 4 sedsalan Sûriye dagir kiribû. Ji ber vê yekê divê gelê Sûriyê li hemberî hovîtiya Tirkiyê yekitiya xwe ava bike. Nemaze ku Sûriya li Kevana Zêrîn dayika şarestaniyan e."

Ezûz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li Efrînê û wiha got: “Tirkan li Efrînê asta hovîtiya DAIŞ û El-Nusrayê derbas kir, Tirkiyê ji hebûna DAIŞ li ser sînor sûd wergirt û ji cîhanê re dida xuyakirin ku ew şerê DAIŞ‘ê dike, lê ya rast wan DAIŞ afirand û derbasî herêmê kirin da ku xelkên wê bitirsînin. Niha jî Idlib radestî Cebhet El-Nusra kirin da ku wekî bihane bi kar bînin ku ew herêmê ji terorîstan rizgar dike.”

Nûnerê Komîteya Parêzgeha Helebê ya Partiya Vîna Gelan Semîr Hesen jî wiha axivî: "Çalakiyên wekî vê komxebatê girîng in, ji ber ku hewcedarî bi xebateke mezin heye ku çareseriyê ji nakokî û şerê li Sûriyê re peyda bike. Ji ber vê sedemê jî ev çalakî dikare heta radeyeke mezin çareseriyekê ji bo Sûriya nû dabîn bike."

‘Êdî binpêkirinên Tirkiyê yên li Efrînê ji her kesî re eşkere ne’

Hevserokê Buroya Hevdîtina Olan Şêx Elî El-Hesen jî destnîşan kir ku komxebat bi nêrîn û pêşniyarên der barê çareserkirina aloziya Sûriyê de dewlemend bû û wiha domand: "Dagirkirina Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û binpêkirinên wê, êdî wêrankirin û guhertina demografîk li Bakurê Sûriyê bi giştî û Efrînê bi taybetî ji her kesî re eşkere bû. Ev kiryarên dewleta Tirk di tu ol û baweriyan de nayên qebûlkirin û cihê şermezariyê ye. Lê mixabin li beramberî wî bêdengiyek heye. Em bi hêvî ne ku ev komxebat Sûriyê bigihîne ewlehiyê. Wekî gelê Sûriyê bêyî cudabûna netewe û baweriyan em hemû yên vê xakê ne, em dixwazin welatê me bi rêya mîna van komxebatan bigihîje aramiyê."

‘Dewleta Tirk sedema sereke ya aloziya Sûriyê ye’

Aktivîstê saziyên sivîl Ebdulezîz Hemdûş jî da xuyakirin ku bidawîbûna aloziya Sûriyê bi derxistina dagirkeriya Tirkiyê ji Sûriyê pêkan e û wiha got: "Tiştekî gelekî girîng e ku hemû aliyên Sûriyê li cihekî kom bibin û nêrînan parve bibin. Gelê Sûriyê azarên şer dikişînin, koçberkirin heta niha jî berdewam e. Lê tiştekî ecêb e ku Sûrî ji bo çareserkirinê li benda biryarên derve ye. Em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina aloziya Sûriyê çareseriyeke niştîmanî ye û di destê sûriyeyiyan de ye. Ez dibînim ku dewleta Tirk ne beşeke aloziyê Sûriyê ye, lê belê sedema sereke ya aloziyê ye. Heger Tirkiyê derkeve alozî jî bi dawî dibe, ev yek jî dê bi kedeke mezin, hevpar û yek helwestî çareser bibe."

(bm)

ANHA