Şahidek hovîtiya dagirkeran vedibêje

Abdulrehman Seydo beriya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê mamostetî dikir. Piştî êrîşan, biryara parastina welat û şêniyan dide û dibe şahidê hovitî û komkujiyên ku dewleta dagirker li ser gelê Efrînê pêk anîn.

Şahidek hovîtiya dagirkeran vedibêje
8 sibat, 2019   07:14

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

“Piştî 3 rojan ji êrîşa kîmyewî ya li ser gundê Erendê, ez çûm gundê Senarayê, li ser rêya sereke ya di navbera gundên Senara û Enqelê de 4 sivîl li ser sekinî bûn, yek li ser motorsîklêtê bû, wê demê balafirên keşfê li ser asîman digeriyan. Dema em hinekî ji wan dûr ketin balafiran ew kirin hedef, min bi çavê xwe dît, ew zilamê li ser motorsîklêtê dişewitî û yên din parçe parçe bûbûn.” Ev gotin tenê kêliyek ji hovîtiya 58 rojan e.

Di 20‘ê Çileya 2018‘an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşên hovane birin ser kantona Efrînê, di êrîşan de çekên pêşketî ku di nav de balafirên şer jî hatin bi karanîn û li ser şêniyên Efrînê komkujî pêk anîn, gund û navçeyên wê wêran kirin.

Ciwanê bi navê Ebdulrehman Seydo yê 24 salî ji gundê Tirmîşê yê girêdayî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye. Ew jî wekî gelek şêniyên ku ji ber dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê neçar ma ji Efrînê derkeve. Ebdulrehman, niha li navçeya Ehdasê ya Şehbayê dimîne. Ebdulrehman şahidê gelek komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê ye, her wiha şahidê berxwedana bêhempa ya gelê Efrînê ye.

Beriya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê Ebdulrehman endamekî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bû. Ebdulrehman wiha dibêje: "Ez mamoste bûm, min li dibistanên navçeya Şiyê perwerde dida. Dema êrîşî Efrînê kirin min biryara parastinê da."

Beşdarî eniyên berxwedanê dibe

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê 21‘ê Çileyê, anku roja duyemîn a êrîşan ji bo parastina herêmê seferberî ragihand. Li ser vê yekê bi hezaran şêniyên kantonê herikîn eniyên berxwedanê, Ebdulrehman Seydo jî yek ji wan şêniyan bû. Ebdulrehman wiha qala wan rojan dike: “Di roja 6‘an a êrîşan de, piştî ragihandina seferberiyê ez çûm nuqteyên Yekîneyên Parastina Gel ên li gundê me, fermandar Xabûr û Siyamend li wir bûn, min ji wan re got ez hatime tev li berxwedanê bibim, gund û herêmên xwe ji dagirkeran biparêzim. Fermandar Xabûr got tu dikarî alîkariyê bikî, şervanan bibe eniyên pêş, xwarin û cebilxaneyan bigihîne wan."

Ebdulrehman axaftina xwe wiha domand: "Piştî erebeyek dane min, min dest bi kar kir, min şervan digihandin xetên pêş ên gundê me heta gundê Şikata, Hecbilêl, Mieskera, Elcara û Erenindê û alîkarî  ji war re dibir. Di heman demê de me birîndar jî radikirin nuqteyên tenduristiyê.”

Komkujiya Şikatko

Ebdulrehman bû şahidê komkujiya li gundê Şikatko ya 9‘ê Sibata 2018‘an û wiha qala kêliyên komkujiyê dike: "Balafirên Tirkiyê 9‘ê Sibata 2018‘an, derdora saet 12‘ê nîvro bû, bombe li gundê Şikatko barandin û komkujiyek pêk anî. Ji malbatekê 7 kes mirin, piştî balafir dûr ketin, em çûn cihê bombedûmanê û 6 kes di bin enqazan de bûn. Cenazeyê yekî din bi dara zeytûnê ve eliqîbû, me xwest wan ji bin enqazan derxin lê ji ber balafir digeriyan me nedikarî. Roja din em dîsa çûn cihê komujiyê û me cenaze ji bin enqazan derxistin û birin Nexweşxaneya Avrîn."

Li dijî gundê Erendê êrîşa kîmyewî

Ebdulrehman Seydo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê li gel balafiran jî êrîşên kîmyewî pêk dianîn û wiha pê de çû: "16‘ê Sibata 2018‘an artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî bi çekên kîmyewî êrîşî gundê Erendê yê tijî niştecih kir. Di encamê de 6 kes bi jehrê ketin û di bin bandora gazê de man. Hema yekser me ew rakirin nexweşxaneyan û ew derman kirin. Kadroyên tenduristiyê teqez kir ku gazên jehrê hatin bikaranîn."

Balafirên keşfê 4 sivîl kuştin

Ebdulreheman bîranînên xwe yên şahidiya hovîtiya Tirkiyê wiha domandin: “Piştî 3 rojan ji êrîşa kîmyewî ya li ser gundê Erendê, ez çûm gundê Senarayê, li ser rêya sereke ya di navbera gundên Senara û Enqelê de 4 sivîl li ser sekinî bûn, yek li ser motorsîklêtê bû. Wê demê balafirên keşfê li ser asîman digeriyan, dema em hinekî ji wan dûr ketin balafiran ew kirin hedef, min bi çavê xwe dît, ew zilamê li ser motorsîklêtê dişewitî û yên din parçe parçe bûbûn. Dema balafir dûr ketin ez û hin şervanên li gel min em vegeriyan û cenazeyên qurbaniyan rakirin Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê. Piştre ez vegeriyam gundê xwe û 48 rojan li eniyên wir me li ber xwe da. Dema bombebarana li ser gund giran bû, em çûn navenda bajarê Efrînê."

Ebdulrehman di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku berxwedana gelê Efrînê li gel şervanên YPG û YPJ‘ê berxwedaneke dîrokî ye û ev tişt got: "58 rojên berxwedanê wê neyên jîbirkirin û di rûpelên berxwedana gel de werin xêzkirin."

(bm)

ANHA