Li Dêrazorê amadekariya operasyona dawîn

QSD li Dêrazorê ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê amedekariya operasyona dawîn dike.

Li Dêrazorê amadekariya operasyona dawîn
8 sibat, 2019   08:10

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Qonaxa dawîn ya pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ji bo rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê dewam dike.

Çeteyên DAIŞ`ê di dawiya sala 2013`an de "El-Xîlafe El-Îslamiye" ava kir da ku xaka Sûriyê û Iraqê dagir bikin. Ev yek bi piştgiriya Tirkiyê pêk hat. Çeteyan zêdetirî 130 hezar kilometre çargoşe  dagir kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku ji pêkhateyên gelên Sûriyê hate avakirin, ji bo ku ji nû ve ewlehî û aramiyê vegerînin, li herêmê pêngava rizgarkirina xaka Sûriyê ji DAIŞ`ê da destpêkirin. Ji wan cihên dagirkirî bang ji QSD’ê re hat ku wan rizgar bikin.

Pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê, ji Kobanê dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ’ê Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar kir. Piştî ku QSD, di 11`ê Cotmeha sala 2015`an hat avakirin, hemleyên rizgarkirinê ji Holê heya Minbic û Reqayê, niha jî bi hemleya Bagera Cizîrê li gundên Dêrazorê dewam dike.

Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ku di 11`ê Îlona 2018`an dest pê kiribû, heta niha dewam dike û mizgîniya bidawîbûna dagirkeriya DAIŞ’ê nêz e. Çete tenê di cihekî biçûk di hundirê bajarokê Baxozê ê li kêleka rojhilatê Çemê Firatê de mane.

Çavkaniyekî leşkerî yê QSD`ê teqez kir ku ew li Dêrazorê ji bo tunekirina dagirkeriya DAIŞ’ê amedekariyên operasyona dawîn dikin. Çavkanî got ku çeteyên li herêmê mayî, sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin, ji ber vê yekê astengiyê ji pêşketina şervanan re çêdikin.

(jo/bm)

ANHA