Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê ku 150  kes tevlê bibûn di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya li Dirbêsiyê bi dawî bû
7 sibat, 2019   16:01

HESEKÊ

Greva birçîbûnê ya li navçeya Dirbêsiyê ya 150 kes tev lê bibûn a bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirdayîna Leyla Guven di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Çalakî ku ji aliyê Kongreya Star ve bi dirûşmeya "Bi berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê hilweşînin" bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongreya Star Xunav Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî çalakgerên greva birçîbûnê ya navçeya Dirbêsiyê ji bo piştgirdayîna têkoşîna jina azad û berxwedana Leyla Guven me çalakî li dar xist.

14‘ê Tîrmeha 1982‘an têkoşer Kemal Pîr û hevalên li dijî faşîmza Tirk di girtîgehan de berxwedana greva birçîbûnê dest pê kiribûn, îro jî Leyla Guven wê berxwedanê zindî dike û teqez dike ku mişeleya têkoşîn û berxwedanê dewam dike ta gelê kurd bighêje azadî û rûmeta xwe û tecrîda li dijî Rêber Apo bi dawî bibe.

Rêxistinên ku qaşo banga mafê mirovan dikin, ji binpêkirinên dagirerkiya Tirkiyê der heqê Rêber Ocalan, girtî û tevahî gelê Kurd bêdeng e. Berxwedana Leyla Guven li tevahî cîhanê deng veda û rastiya rêxistinên mirovî eşkere kir.

Wekî jin, em dengê xwe didin dengê hevala xwe û banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan dikin. têkoşîna me bi hemû cûreyên wê berdewam e ta daxwazên me bi cih werin.

Li ser vê yekê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku dengê xwe bibin Leyal Guven û tecrîdê li ser Rêberê Ocalan bişkînin."

ANHA