Fermandarekî QSD: Baxoza Jorîn ji sedî 80 hatiye rizgarkirin

ji fermandarên QSD‘ê Adil Cûdî ku beşdarî "Şerê Tinekirina Terorê" bûye diyar kir ku gundê Baxoza Jorîn ji sedî 80 ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin.

Fermandarekî QSD: Baxoza Jorîn ji sedî 80 hatiye rizgarkirin
Fermandarekî QSD: Baxoza Jorîn ji sedî 80 hatiye rizgarkirin
Fermandarekî QSD: Baxoza Jorîn ji sedî 80 hatiye rizgarkirin
Fermandarekî QSD: Baxoza Jorîn ji sedî 80 hatiye rizgarkirin
Fermandarekî QSD: Baxoza Jorîn ji sedî 80 hatiye rizgarkirin
7 sibat, 2019   15:39

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê berdewam e. Fermandarekî QSD‘ê teqez kir ku ji sedî 20 ji gundê Baxoza Jorîn di bin serweriya çeteyên DAIŞ‘ê de maye û got, pêngav ji aliyê şervanên QSD‘ê ve bi baldarî pêşde diçe, ji ber ku çete sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin.

Nûçegihanên me ku xetên pêşîn ên eniya gundê Baxoza Jorîn dişopîne, hevdîtin li gel fermandarekî QSD‘ê Adil Cûdî re pêk anî.

Adil Cûdî diyar kir ku di navbera wan û çeteyên DAIŞ‘ê de hindek mîter maye û got, çeteyên DAIŞ‘ê ji bo xwe ji derbeyên şervanan biparêzin sivîlan ji bo xwe wekî mertalên zindî bi kar tînin.

Fermandarê QSD‘ê Adil Cûdî destnîşna kir ku çeteyên mane jî bombe li xwe pêçane da ku dema bikevin cemberê xwe biteqînin.

Çûdî her wiha teqez kir ku pêngava wan berdewam e heta tinekirina çeteyan û rizgarkirina sivîlan.

ANHA