Çalakgerên Dirbêsiyê: Ji bo azadiya Ocalan em ê di nava çalakiyan de bin

Çalakgerên greva birçîbûnê ya navçeya Dirbêsiyê teqez kirin, çalakiyên wan bi armanca azadiya Ocalan û piştgirdayîna parlamantera Kurd Leyla Guven berdewam in.

Çalakgerên Dirbêsiyê: Ji bo azadiya Ocalan em ê di nava çalakiyan de bin
7 sibat, 2019   16:28

HESEKÊ

Çalakiya greva birçîbûnê ya şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya bi mebesta rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirdayîna daxwazên Leyla Guven îro di roja 3‘yemîn de bi dawî bû.

Jina bi navê Şaha Elolo ku beşdarî çalakiyê bibû got: "Ji bo piştgiriya Leyla Guven û daxwazên wê yên rakirina tecrîda li dijî  Rêber Abdullah Ocalan em tevlî çalakiyê bûn."

Şaha anî ziman ku çalakiyên wan berdewam in ta azadiya Ocalan û ev tişt anî ziman: "Em piştgiriya hemû grevên birçîbûnê yên li tevahî Kurdistan û cîhanê dikin ta bighêjin azadiyê."

Jina bi navê Eyşe Eyo jî beşdarî grevê bibû got: "Peyama me diyar, em azadiya Ocalan dixwazin û qebûl nakin ku di girtîgehê de bimîne. Ocalan banga azadî û mafê jinê dike, ji ber vê yekê wekî jin em ê ji bo wî di nava çalakiyan de bin ji ber ku xwedî fikrê azad û demokrat e."

Reca Newaf jî çalakgerên grevên birçîbûnê silav kir û got, Ocalan rêberê netewî ye divê azad bibe.

Ji aliyê xwe ve şêniyên bi navê Şêxmûsd Mihemed teqez kir ku çalakiyên wan berdewam e ta Ocalan azad bibe û daxwazên wan bi cih bibin.

Mihemed parlamantera Kurd Leyla Guven silav kir û got, ew ê piştgiriya wê bikin ta armancên wêpêk werin.

ANHA