`Tirkiyê em di welatê me de koçber kirine’

Jina bi navê Emîne El-Ebid ji gundekî Minbicê ye û ji dagirkeriya dewleta Tirk reviya û niha bûye koçber. Emîne destnîşan dike ku çeteyên Mertalê Firatê mala wan wêran kiriye, çeteyan xwestiye hevser û kurê wê tev li xwe bikin û heke tev li nav wan nebûna, dê ew bikuştana.

`Tirkiyê em di welatê me de koçber kirine’
7 sibat, 2019   08:22

 SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2011’an ve êrîşî xaka Sûriyê dike. Dewleta Tirk ku her car dibêje ew ji bo “ewlehiya” herêmê dikeve axa Sûriyê, heta niha bûye sedema qetilkirina bi sedan sivîlan û koçberkirina bi hezaran şêniyên herêmê. Şêniyên bajarên wekî Cerablus, Ezaz, Bab, Idlib û Efrînê neçar man ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk cih û warên xwe bihêlin û ber bi cihên ewle ve herin. Ji ber rêwîtiya reva ji dagirkeriyê gelek serpêhatiyên biêş çêbûn.

Yek ji van şêniyên ku ji dagirkeriya Tirk nefilitî jî Emîne El- Ebid e. Emîne bersiva îdiayên Tirkiyê da û wiha got: “Herêmên di bin dagirkiriya Tirkiyê de bûne herêmên tevlihev û milkên şêniyan tên talankirin.”

Emîne 36 salî ye. Piştî ku dewleta dagirker gundê wan ê Tuxar ku dikeve bakurê Minbicê dagir kir, ew neçar man ji gundê xwe derkevin.

Malbata Emîne ji 8 endaman pêk tê. Keçeke malbatê bi felcê ketiye. Malbatê di rêwîtiya nav herêmên di bin dagirkeriya çeteyên Mertalê Firatê de, gelek azar kişandine. Destpêkê ji ber binpêkirinên çeteyan ji gundê Tuxar ê ku dikeve bakurê Minbicê, ber bi Cerablusê ve li gel xizmên xwe direvin. Li wir çete gefan li malbatê dixwin, dibêjin eger zilamê malê tev li çeteyan nebe, ew ê hemûyan bikujin.

Emîne û malbata xwe neçar dimînin ku ber bi Minbicê ve birevin. Emîne li ser jiyana xwe ya li Minbicê wiha got: “Em li Minbicê di nav ewlehî û aramiyê de ne. Zarokên min xwendina xwe temam dikin. Lê rewş li herêmên dagirkirî cuda ye. Herêm di nav tevlihevî û nearamiyê de ye."

Emîne destnîşan kir ku ew nikarin vegerin gund, ji ber ku di encama binpêkirinên çeteyên Mertalê Firatê de mala wan wêran bûye, tevî wê jî eger vegerin, dê çete hevser û kurên wê tev li nav refên xwe bikin an jî tevahiya malbatê bikujin.

Bi koçberiyê re jî malbat nikare debara xwe bike. Keça wê ya 12 salî ji ber ku astengdar e, tenê dikare şîr vexwe, ji derveyî wê nikare xwarineke din bixwe. Lê ji ber rewşa aborî nikarin şîrê taybet jê re bikirin û pêwîstiya wê pêk bînin. Emîne wiha got: "Keça min 12 salî ye, rewşa wê gelekî dijwar bûye. Em nikarin şîr jê re peyda bikin. Karê ku hevserê min dike, pêwîstiya me ya rojane peyda nake. Ew li qada Um El-Cilûd ya Minbicê li benda kar dimîne.”

Di dawiyê de Emîne wiha got: "Ji ber binpkirinên çeteyan gelê Sûriyê di welatê xwe de koçber bûye, malên şêniyan wêran bûne û hatine talankirin."

(şx/bm)

ANHA