ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-02-2019
7 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk (Buroya Helebê) li ser geşedanên dawî, girêdayî dagirkirina Efrînê, gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê panelekê li Hola Efrîn a taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saset 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şehîdê QSD‘ê Mûtez El-Hoşan (Kara Qamişlo) taziye li gundê Hilwa Cedîdê yê navçeya Tirbespiyê tê danîn, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê bi çavdêriya Tirkiyê red dikin. Şêniyan destnîşan kirin ku Rêveberiya Xweser ewlehî û aştî li herêmê peyda dike, di dema ku Tirkiyê dixwaze herêmek ewle li Sûriyê ava bike û bi vê yekê îdia dike ku ew dixwaze ewlehî li herêmê peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê got, dewleta Tirk nikara îradeya gelê Kurd bişkîne, ji ber ku şîara Kurdan "Berxwedan Jiyan e". Şêniyên berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de îsbata vê yekê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî ku bi hezaran ciwan tev li nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn, êdî meclisê jî pergala xwe ya rêxistinî bi hêz kir, li gorî wê dikarî bibe hêzeke leşkerî ya birêxistinkirî û erk û berpirsyariyên xwe yên parastina herêmê û gelên wê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Tebqayê Selam Hisên got: "QSD`ê hêza xilaskerê cîhanê ye. Bi tunekirina terorê re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên çareseriyên siyasî ji aloziya Sûriyê ya ku dema wê dirêj bûye vedike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên û şêxên êlên Reqayê gotin: "Avakirina herêma ewle bi çavdêriya Tirkiyê tê wateya ragihandina şer e. Em ne terorîst in heta ku dixwazin herêmek ewle li ser sînorên me ava bikin. Lê belê hêzên me teror tune kiriye. QSD`ê misogekarê tekane ya parastina herêmê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi dirûşmeya "Em ê tecrîdê rakin, pergala faşîzmê hilweştîn û avakirina neteweya demokratîk mîsoger bikin" Kongreya Star a Efrînê bi wesîleya salvegera 21‘an a komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke protestoyî li dar dixe, saet 12:00. Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd  jî bi heman armancê mêtîngekê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan li Stada Heysem Kiço li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a Herêma Firatê derbarê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  daxuyaniyê li Parka 19‘ê Tîrmehê ya bajrê Kobanê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Emîne El-Ebid ji ber binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker der heqê şêniyên herêmê de nikare vegere gundê xwe. Eger bixwaze jî li ber du berbijerkan e yan hevser û kurên wê tev li nav refên çeteyên bibin yan jî tevahiya malbatê were kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Cotkdarên Reqayê dest bi amadekariyên bexçeyên sergirtî û yên zebzeyên havînê kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA