Ji Komîteya Hundirîn a Reqayê biryarname

Komîteya Hundirîn a bajarê Reqa û gundewarên wê biryarname da û ji bo parastina ewlekariyê derketina derve qedexe kir.

Ji Komîteya Hundirîn a Reqayê biryarname
6 sibat, 2019   21:45

REQA

Komîteya Hundirîn a bajarê Reqa û gundewarên wê biryarnameyek derxist, tê de qedexeya derketina derve ragihand.

Di biryarnameyê de tê gotin "Ji bo parastina ewlehiya bajarê Reqayê û ji erka me ya parastina sivîlan em qedexeya derketina derve li bajarê Reqayê ji saet 23:00 çarşema 6‘ê Sibata 2019‘an radgihînin, biryar dê di meryetê de be heta biryarnameya rakirina qexedeyê.

Em bang li welatiyên bajarê Reqayê dikin ku bi me re bibin alîkar û biryarê pêk bînin. Yên li gorî biryarê tevnegere dê rastî lêpirsînê were kirin."

ANHA