Jinên Meclîsa Îştar daxuyanî dan

Çalakvanên jin ên Meclîsa Îştar ên ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibûn girtin, daxuyanî dan û helwesta PDK’ê şermezar kirin.

Jinên Meclîsa Îştar daxuyanî dan
6 sibat, 2019   20:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclîsa Îştar ên ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya NY’yê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger kiribûn, ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin, dersînorî Hewlêrê hatibû kirin.

Endamên Meclîsa Îştar ên li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatibûn binçavkirin û piştre dersînorî Hewlêrê hatibû kirin, ji aliyê Meclîsa Îştar ve li seyetereya Bazargeh a Qereçûxê hatin girtin.

Li ser navê Meclîsa Îştar û Komîteya Çalakiyê Leyla Arzû Îlhan daxuyaniyek hate dayîn. Îlhan bal kişand ser çalakiya li pêşiya avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê ku nêzîkatiyên NY û PDK’ê ne ji hev dûr in. Îlhan diyar kir ku qaşo NY mafê mirovan diparêzin, lê bi xwe destûrên xwe binpê dikin. Îlhan diyar kir ku ji roja duyemîn a çalakiyê û şûnde êrîşên Asayîşa PDK’ê bi dawî nebûn. Îro jî li ser hev du caran êrîş kirin û hê jî hinek ciwanîn meclîsê bin çavkirin.

Îlhan anî ziman ku bi awayekî hovan e saetên danê şevê Asayîşa PDK’ê ser bi çalakiyê de girtin û bi darê zorê jin hatin binçavkirin. Îlhan helwesta PDK’ê şermezar kir û got: “Hevrêyên me yên di çalakiyê de ne piştî demekê û şûnde dersînorê Hewlêrê kirin û anîn seytereya Bazargeh a Qereçoxê. Wisa dixuyê ku ji derveyî Hewlêr herêmên din ên Kurdistanê weke xaka Kurdistanê nayê pejarandin ji bo wê em dersînor kirine.”

Leyla Arzû Îlhan herî dawî got çi dibe bila bibe wê bi şêwazên cuda çalakiyên xwe bidomînin.