Li Tebqayê qedexeya derketinê hate rakirin

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebeqayê qedexeya derketina derve li ser bajêr rakir. Meclisa Rêveber jî ragihandin ku dewamê fermî dê sibe destpê bike.

Li Tebqayê qedexeya derketinê hate rakirin
6 sibat, 2019   20:06

TEBQA

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê biryarnameyek li ser rûpela xwe ya tevna civakî parve kir û qedexeya derketina derve li ser herêmên ferz kirinbû rakir.

Di biryarnameyê de tê gotin ku Komîteya Hundirîn li ser bûyerên mixabiniyê ku li herêmê rû dabûn qedexeya derketina deve ragihandibû, heta rewş aram bibe û nakokiyên ku derketine çareser bibin.

Komîteyê diyar kir rewş li herêmê aram e û xebatên bidawîkirina nakokiyan berdewam e û wiha biryar rêz kirin:

1-Qedexeya derketina derve li bajarê bi temamî hate rakirin.

2-Hêzên Ewlekariyê ji bo rewşên awarte ji destwerdanê re amade ne.

3-Ev biryar ji dîrokê derketinê ve dikeve mertyekê.

Li aliyekî din jî Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê ku ji ber qedexeya derketina derve betlane sê rojan ragihandibûn, vê êvarê jî diyar kir ku dewamê fermê dê sibe pêncşemê destpê bike.

Komîteya Hundirîn a bajarê Tebqayê roja duşema borî bi daxuyaniyekê qedexeya derketin û ketina bajarê Tebqayê ragihandinbû û sedema wê yekê wiha parve kiribû, "Danê nîvro, du kes li ser mijara veguhestina pereyan ji bo kesekî din bi hev ketin.

Destpêkê bi destan li hev dan, paşê yekî çek li hemberî yên din bi kar anî û ew birîndar kir, paşê jî jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê bûyerê pevçûn veguherî aloziya di navbera eşîreyan de. Ji ber vê yekê Komîteya Hundirîn biryarnameyek derxist û derketina derve li bajêr ragihand, da ku tedbîrên ewlehiyê bigire û rê nede ku ev pirsigrêk mezintir bibe. Hêzên me yên ewlekariyên amade û hişyar in dê ewlehiya welatiyan û herêmê biparêze."

Bi heman armancê Meclisa Rêveber a Herêma Tebeqayê biryarnameya bi hejmara /4/ derxistibû û diyar kiribû ku hemû komîte, sazî û buroyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê 3 rojan betlane dike. Betane ji dîroka 5‘ê Sibatê dest pê dike

ANHA