Dengbêjê navdar Baqî Xido hate bibîranîn

Şêniyên Kobanê hunermendê Kurd Baqî Xido di salvegera 10`emîn a koça wî ya dawîn de bi merasîmekê bi bîr anî.

Dengbêjê navdar Baqî Xido hate bibîranîn
Dengbêjê navdar Baqî Xido hate bibîranîn
Dengbêjê navdar Baqî Xido hate bibîranîn
Dengbêjê navdar Baqî Xido hate bibîranîn
Dengbêjê navdar Baqî Xido hate bibîranîn
Dengbêjê navdar Baqî Xido hate bibîranîn
6 sibat, 2019   13:52

KOBANÊ

Îro salvegera 10`mîn a koça dawîn a hunermendê Kurd Baqî Xidir e ku li Kobanê bi navê "Baqî Xido" tê naskirin. Di sala 2009`an, Baqî Xido jiyana xwe ji dest da, lê li pey xwe mîraseke çandî û hunerî hişt.

Baqî Xido di sala 1913`an de li navçeya Şêran a Kobanê tê dinê. Ew yek ji hunermendên dêrîn ê herêmê ye, ji biçûkaniya xwe ve ji bavê xwe fêrî stranan dibe. Baqî Xido li meclisên gundan stran distran û her kesê ku ew guhdar dikir, ji ber dengê wî yê qewîn û xweş, dikaribû bi saetan lê guhdarî bikira. Her wiha Baqî Xido bû yek ji sembolên wêjeya devkî ya kurdî.

Îro di salvegera wî ya 10`mîn de, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li bajarê Kobanê bi merasîmeke li hola navendê ew bi bîr anî. Di merasîma bîranînê de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û Baqî Xido bi bîr anî û wiha got: "Baqî sembola çand û hunera kurdî li Kobanê ye."

Îto wiha domand: "Tevî hemû zehmetiyên ku rastî wî hatin, Baqî Xido parastina çand û kunera kurdî kir û dikaribû dengê xwe bigihîne hemû gelê Kurd. Divê em hemû parastina nirxên çandê ku ji me re mîras hiştin, bikin."

Endama Navenda Çand û Hunerê Evîn Berewad jî axivî û wiha got: "Hunermend Baqî Xido kesayetekî pîroz e li gel şêniyên Kobanê û hemû gelê Kurd. Baqî bi rêya stranên xwe parastina nirx û dîroka me kir."

Paşê neviyê hunermend Baqî Xido straneke wî pêşkêş kir û sînevîzyoneke li ser jiyan û stranên wî hate pêşandan. Her wiha gelek hunermendên Kobanê stranên Baqî Xido pêşkêş kirin.

Di dawiya merasîmê de şêniyan berê xwe da gundê Termîk ku gora Baqî Xido lê ye û gul danîn ser gora wî.

Baqî Xido di meşa xwe ya dirêj de bi sedan stran çêkirin û gelekî deng da. Bi dehan kasêt bi dengê xwe li ser çîrok û destanên kurdî mîna Derwêşê Evdî çêkirin û li her çar parçeyên Kurdistanê deng veda.

Her wiha Baqî Xido stran û destanên mîna Bêmal, Dilo, Delal û Memê Alan û gelek stran û destanên din strandin.

 (jo)

ANHA