Li Rimêlanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû bi dawî kir

Îro Akademiya Şehîd Mehyedîn dewreyek nû ya endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a li  bajarê Rimêlanê bi dawî kir.

Li Rimêlanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû bi dawî kir
Li Rimêlanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû bi dawî kir
Li Rimêlanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû bi dawî kir
Li Rimêlanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû bi dawî kir
Li Rimêlanê Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû bi dawî kir
6 sibat, 2019   13:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Di merasîma bidawîkirina dewreya bi navê Dewreya Şehîd Ebdrehman Hiso de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn û nûnerên ji Komîteyên Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Cizîrê amade bûn. Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Hico û hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivîn û bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kirin. Her wiha di axaftinan de rola Hêzên Ewlehiya Hundirîn di parastin aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate bibîrxistin.

Perwerdeya endaman 2 mehan dom kir û tê de waneyên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn. Her wiha waneyên pratîk jî hatin dayîn.

Di dawiya merasîmê de, endaman sûnda parastina gel û ewlehiya herêmê xwar.

(fr)

ANHA