Koordînasyona Jinên Sûriyê bi jinên endamên partiyan re civiyan

Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xurtkirina rola jinên di nava partiyan de ku cihê xwe di nava Meclisa Jinên Sûriyê de bigirin û nirxandina pêşketinên siyasî, civînek bi endamên partiyên siyasî yên herêma Firatê re li dar xist.

Koordînasyona Jinên Sûriyê bi jinên endamên partiyan re civiyan
6 sibat, 2019   14:06

KOBANÊ

Civîn li buroya Meclisa Jinên Sûriyê ya li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyê Nûjîn Yûsif, endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed, rêveberên Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûriyê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Nûjîn Yûsif têkildarî pêşketinên siyasî li herêmê, gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha pêşveçûnên şervanên QSD`ê axivî.

Nûjîn destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû aliyan de gelek destkefî bi dest xistine. Her wiha diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îrade û hevgirtina gelan û pêşxistina projeya demokratîk ku hewl dide yekitiya hemû pêkhateyan ava bike, gelek destkeftî bi dest xistin.

Nûjîn got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare sînorên xwe biparêzin, li şûna ku herêma ewle were avakirin divê herêm li pêşiya firîna balafiran were qedexekirin û divê dewlet erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bike.

Nûjîn di axaftina xwe de got dewleta Tirk a dagirker hewl dide xwe bigihîne rejîma Sûriyê da ku herêma ewle ava bike û wiha anî ziman: "Em avakirina herêma ewle ya ji aliyê Tirkiyê ve red dikin. Diyalogên Sûrî – Sûrî çareseriya herî baş ji bo aloziya Sûriyê ye."

Her wiha Cîhan Mihemed der barê mekanîzmaya rêxistinê di nava Meclisa Jinên Sûriyê de axivî û got divê hemû jin bi awayekî zêdetir cihê xwe di nava Meclisa Jinên Sûriyê de bigirin da ku li dijî hemû zehmetiyên ku rastî jinan tên, bisekinin.

Di dawiyê de şêwazê pêşxistina têkiliyên di navbera wan û Meclisa Jinên Sûriyê de nîqaş hatin kirin. Her wiha hate teqezkirin ku civînên bi vî rengî werin dewamkirin.

(bx)

ANHA