Li Hesekê yekemîn projeya malên sergirtî ji bo çandina darên berhemdar

Beşa parastina hawirdorê ya saziyên çandiniyê yên kantona Hesekê yekemîn projeya malên sergirtî “Malên Plastîk” ji bo çandina şitlên darên berhemdar ava dike.

Li Hesekê yekemîn projeya malên sergirtî ji bo çandina darên berhemdar
Li Hesekê yekemîn projeya malên sergirtî ji bo çandina darên berhemdar
Li Hesekê yekemîn projeya malên sergirtî ji bo çandina darên berhemdar
6 sibat, 2019   11:48

ŞEVÎN HESEN – NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Bi armanca peydakirina cureyên şitlên darên berhemdar li kantona Hesekê û ji ber bihabûna şitlên darên berhemdar û cihên guncaw ji bo mezinkirina gelek cureyan, beşa parastina hawirdorê ya saziyên çandiniyê yên kantona Hesekê malên sergirtî ji bo çandina gelek cureyên darên berhemdar wekî sero û sinûber û gelekên din ava dike.

Der barê mijarê de endama rêveberiya beşa parastina hawirdorê Evîn Silêman teqez kir ku bi rêya vê projeyê ew armanc dikin daristanan li herêmê zêde bikin.

Evîn diyar kir ku ev projeya cara yekemîn e ku li kantona Hesekê tê çêkirin.

Evîn Silêman destnîşan kir ku wan darên berhemdar wek tecrubeya yekemîn di nava mala sergirtî de û peydakirina atmosfereke guncaw ji bo mezinkirina cureyên çandiniyê, çandine. Her wiha ev yek bi beşdariya endezyarên pispor pêk tê.

(jo)

ANHA