Malbatên Iraqî û yên biyanî jî gihîştin herêmên rizgarkirî

Şervanên QSD`ê bi dehan malbat ku piraniya wan jin û zarok in, ji baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê rizgar kirin. Di nav wan de malbatên Iraqî, Azerî û yên ji Kanadayê jî hene.

Malbatên Iraqî û yên biyanî jî gihîştin herêmên rizgarkirî
Malbatên Iraqî û yên biyanî jî gihîştin herêmên rizgarkirî
6 sibat, 2019   11:30

DÊRAZOR

Qonaxa dawîn a bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de didome. Şervanên QSD`ê korîdorên ewle vedike û sivîlan rizgar dike.

Îro jî bi dehan malbat gihîştin herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin. Di nav de 12 malbatên Iraqî, 4 malbatên ji Azerbeycanê û 15 malbatên Sûrî, her wiha du jinên biyanî ku ji Kanadayê ne, hene.

Dema ku malbat gihîştin herêmên ewle, şervanên QSD`ê yekser alîkarî ji xwarin û avê ji wan re pêşkêş kirin û tîmên tenduristiyê destwerdanên destpêkê ji wan re pêşkêş kirin.

(bx)

ANHA