5 zarokên di nava DAIŞ`ê de xwe radestî QSD`ê kir

5 zarokên ku çeteyên DAIŞ`ê tev li xwe kirine û navê "Eşbal El-Xîlafa" li wan kiriye, xwe radestî şervanên QSD`ê kir.

5 zarokên di nava DAIŞ`ê de xwe radestî QSD`ê kir
6 sibat, 2019   11:57

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ku qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê dişopîne, ragihand ku 5 zarokên ku çeteyên DAIŞ`ê tev li xwe kirine û navê "Eşbal El-Xîlafe" li wan kiriye, xwe radestî şervanên QSD`ê kir. Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku temenên wan di navbera 14 – 15 saliyê de ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî şervanên QSD`ê derdora çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawîn de li Dêrazorê teng kir, roj bi roj hejmarek ji çeteyan xwe radestî şervanên QSD`ê dikin. Her wiha şervanên QSD`ê korîdorên ewle vedikin da ku sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de werin rizgarkirin.

(bx)

ANHA