Yekîtiya Kooperatîfan a Girê Spî aboriya herêmê bi pêş dixe

Yekîtiya Kooperatîfan a Kantona Girê Spî  ji bo pêşxistina aboriya cotkaran dixebite û hewl dide projeyan li kantonê veke û çandiniyê bi pêş bixe da ku pêwîstiyên civakê werin bicihanîn.

Yekîtiya Kooperatîfan a Girê Spî aboriya herêmê bi pêş dixe
6 sibat, 2019   11:00

MIHEME EL-EHMED – IBRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Hewldanên pêşxistina aliyê aborî û çandiniyê li Bakurê Sûriyê ku wek çavkaniya sereke ya aboriya Sûriyê ye, dewam dike. Li kantona Girê Spî ya Bakurê Sûriyê, Yekîtiyaitiya Kooperatîfan bi awayekî lez dixebite da ku pêdiviyên cotkaran pêk bîne û aliyê çandiniyê bi pêş bixe.

Yek ji armancên van kooperatîfan pêşxistina aboriyê û çandiniyê ye û bikaranîna zeviyên guncaw ji bo pêkanîna pêdiviyên girîng ji civakê re ye. Her wiha ji armancên kooperatîfan avakirina rihê berpirsyariyê ye da ku civakeke exlaqî û polîtîk were avakirin.

Ji aliyekî din ve jî armancên wê pêşxistina çandiniyên cur bi cur li gorî pêdiviyên civakê û peydakirina pêdiviyên civakê di demên şer de ye.

Yekîtiya Kooperatîfan a Girê Spî di sala 2018`an bi awayekî aktîf xebitî û 27 kooperatîfên çandiniyê li kantonê vekirin, di nav de 3 kooperatîfên zeviyên bejî û 24 kooperatîfên zeviyên avî yên genim û ceh. Kooperatîfê pêdiviyên cotkarên li kantonê bi cih anîn û tovên genim dan wan. Kooperatîfê 44 ton ji tovên genim li ser 537 endamên kooperatîfê belav kir.

Firehiya giştî ya zeviyên kooperatîfê 25 hezar û 430 hektar e, di nav de 12 hezar û 300 bejî ne û 12 hezar û 930 avî ne.

Her wiha yekitiyê mazot li ser cotkaran belav kir da ku zeviyên xwe yên li ser çemê El-Çilab û bîran av bidin.

Di yekitiyê de kooperatîfeke masiyan heye; ew li ser çemê El-Çilab aktîf kirin da ku rewşa sewaldariyê baştir bikin.

Hevserokê Yekîtiya Kooperatîfan a Kantona Girê Spî Ehmed Omer teqez kir ku kooperatîfê gelek daxwazên cotkarên kantonê ji bo peydakirina tov û mazotê pêk anîn. Omer diyar kir ku gelek projeyên wan hene di demên pêş de dê bêne aktîfkirin, ew jî dermanxaneya çandiniyê li kantonê ye da ku cotkar dermanan ji zeviyên xwe re peyda bikin.

Li aliyekî din jî Omer got Yekîtiya Kooperatîfan 80 donim ji garis çand, ew jî wek tecrubeya projeya çandiniyê bû û bi bîr xist ku berhema wê baş bû.

Li ser projeyên vê salê Ehmed Omer got wan 400 donim ji zeviyên avî bi genim û ceh li Eyn Arosê û Til Ekcer çandine û dê berhema wê bikeve sandoqa çandiniyê da ku pêdiviyên cotkaran peyda bikin.

(jo)

ANHA