Sûkên Şedadê piştî vegera ewlehiyê geş dibin

Sûkên navçeya Şedadê di encama hebûna aramî û ewlehiyê li herêmê de piştî 3 salan ji rizgarkirinê, geş dibin. Her wiha şaredariyê ruxsetên vekirina dikanên nû dan şêniyan.

Sûkên Şedadê piştî vegera ewlehiyê geş dibin
Sûkên Şedadê piştî vegera ewlehiyê geş dibin
Sûkên Şedadê piştî vegera ewlehiyê geş dibin
Sûkên Şedadê piştî vegera ewlehiyê geş dibin
Sûkên Şedadê piştî vegera ewlehiyê geş dibin
6 sibat, 2019   11:13

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê di dema serweriya komên çete de û herî dawî serweriya çeteyên DAIŞ`ê de ku nêzî 2 salan dom kiriye, pir êş û azar kişandin.

Piştî navçeya Şedadê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 11`ê Sibata 2016`an de hat rizgarkirin, şêniyên navçeyê li war û malên xwe vegeriyan.

Bi nêzbûna salvegera 3`yemîn a rizgarkirina bajêr û peydakirina aramî û ewlehiya navçeyê ji aliyê QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve, gelek sazî hatin vekirin. Şêniyan dest bi vekirina dikan û sûkên bazirganiyê jî kir.

Roj bi roj sûkên navçeya Şedadê geş dibin. Gelek avahî ji bo dikanên barizganiyê  tên lêkirin. Her wiha piraniya şêniyan vegerîn malên xwe û dest bi pîşeya xwe kir ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn mehrûmkirin.

Ya ku bûye sedema geşbûna sûkê, dayîna ruxsetên avakirina dikanan ji hêla Şaredariya Gel a Şedadê we ye. Bi peydakirina aramiyê re avahî tên zêdekirin û yekemîn car avahiyên duqat li navçeyê tên lêkirin.

Di vê çarçoveyê de Mûeyed Hisên ji şêniyên navçeya Şedadê, wiha got: "Bi saya Hêzên Sûriyê Demokratîk em ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û aramî û ewlehî vegerî herêmê. Ji lew re sûkên navçeyê geş bûn. Her wiha tevgera avakirina dikanên nû zêde bû."

Hisên di dawiyê de hêvî kir ku li tevahiya Sûriyê aramî pêk were û herêmên di bin serweriya çeteyan de bêne rizgarkirin da ku şêniyên gundewarên Dêrazorê vegerin war û malên xwe.

(fr)

ANHA