‘Redkirina yekrêziya Kurdî girêdana bi dagirkeriya Tirk re îsbat dike’

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kirin ku redkirina banga KNK‘ê ji aliyê hin partiyan ve têkiliyên wan partiyan bi dewleta Tirk re diyar dike û teqez kirin ku yekrêziya Kurdî dê terorîstan têk bibe.

‘Redkirina yekrêziya Kurdî girêdana bi dagirkeriya Tirk re îsbat dike’
6 sibat, 2019   06:58

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girîngiya lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi bîr xistin û anî ziman ku di pêvajoya heyî de yekrêziya Kurdî pêwîstiyeke ku hêvî û daxwazên gelê Kurd bi cih werin.

Endamê PYD‘ê Mihemed Emîn Qasim anî ziman ku redkirina lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji aliyê hin partiyan ve girêdana wan bi dewleta Tirk ve diyar dike.

Qasim destnîşan kir ku dewleta Tirk projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekîtiya Kurdî dike hedef û wiha dewam kir:"Gelê Kurd li tevahî cîhanê banga yekrêziya Kurdî dikin, li ser vê yekê ji bo kongreyeke netewî serkeftî û yekîtiya Kurdî em bang li hemû partiyan dikin ku tev li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bibin."

Ji aliyê xwe ve endamê PYD‘ê Îsmaîl Derwîş jî got:" Gava ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê avêtiye, gaveke pîroz ber bi yekîtiya gelê Kurd e, bi yekîtiyê dagirkeriya ku xêr û bêra Kurdistanê tala dike dê tine bibe û dê daxwaz û hêviyên gelê Kurd bi cih werin."

Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partî û gelê Kurd kir ku beşdarî kongreyê bibin da ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin werin parastin û planên dagirkeran têk biçin.

(şx)

ANHA