Emced Osman: QSD`ê di pêkanîna yekîtiya neteweyî de li dijî terorê de biser ket

Berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk Emced Osman destnîşan kir ku QSD`ê di pêkanîna yekîtiya Netewî li dijî rêxistinên terorîst bi serket.

Emced Osman: QSD`ê di pêkanîna yekîtiya neteweyî de li dijî terorê de biser ket
6 sibat, 2019   06:40

SEYDO ÎBO – EHMED EL-KIMYAN / GIRÊ SPÎ

Bi nêzikbûna dawîkirina qonaxa dawîn Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tinekirina Terorê" dijî DAIŞ`ê, aloziya Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 8`an dibe di rewşeke ne diyar de ye û tu asoyên çareserkirinê xwe nîşan nadin.

Derbarê nêzikbûna dawîkirina DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê û alîkariya Koalisyona Navneteweyî û bandora wê li ser aliyê siyasî li Sûriyê, berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk Emced Osman ji ajansa me re axivî.

Osman got, QSD`ê îsbat kir ku tekane hêze ku dijî hemû kesên xêrnexwaz û çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer dike.

Osman wiha dewam kir:"QSD`ê dikaribû gelek mijarên girîng girêdayî herêmên me û gelemperiya Sûriyê pêk bîne. Tekane herêma ku hişt hemû şêniyên herêmê ji Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan û Tirkmen li pişt yek çekê li dijî rêxistina DAIŞ`ê bisekinin QSD`ê bû, QSD`ê ev yek bi serxist."

QSD`ê li dijî terorîstan biserket

Osman di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê navxweyî (şerê olî û taifî)yê li gelek herêmên Sûriyeyê rûdane û destnîşan kir ku QSD‘ê di serxistina yekîtiya niştimanî ya li dijî rêxistinên terorîst bi ser ket.

Destanên lehengî li dijî DAIŞ`ê hatin bidestxistin

Osman da xuyakirin ku çalakiyên leşkerî yên QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ber bi dawî ve diçe û wiha domand:"Şêniyên herêmê bi derfetên di dest de û bi hevkariya Hêzên Koalisyona Navneteweyî serkeftinên lehengî bi dest xistin. Ev yek di rewşa ku giştî Sûriyê tê re derbas dibe gaveke pir mezin e ku di pêşeroja Sûriyê de yekîtiya niştimanî ava bike û çareseriyê pêk bîne."

QSD`ê bû hêviya gelan

Li ser pirsa bandora tinekirina DAIŞ`ê li herêmê li ser civakê, Osman got:"Dema gefên li ser civakê hebûn, taybet gelek aliyên xirab dixwestin fitneyan di nava civakê de derxînin, çeteyên DAIŞ‘ê jî hewl didan ku bingeha civakê ji bîrdozî û çanda wê serûbin bikin. Lê QSD`ê rastiyeke ku civak û pêkhateyên wê ji van hewldanan xilas kirin, her wiha dikarîbûn  parastina aştiya gelan û yekîtiya civakî ji fiteyan bike û rê li pêşiya hemû êrîşên lawazkirina civakê bigire. QSD`ê hêvî û berjewendiyên gelê Sûriyê û taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî."

Emced Osman da zanîn îstîqrara li Sûriyê, hewcedariya formeke siyasî û neteweyî ye ku pirsgirêkên bingehîn di van salên aloziyê de rû dide çareser bike.

Osman wiha dewam kir:"Pirsgirêka li Sûriyê hîna beriya derketina rêxistinên terorîst û aloziyê ye. Pirsigrêkeke rasteqîn heye ew pirsigrêka bêdemokratîkbûyîn, pişaftina pêkhateyên resen ên Sûriyê ye. Ji bo Sûriyeke aram pêk were divê rê li ser destwerdana derve were girtin, da ku terorê careke din vengere.”

Berdevkê MSD`ê Emced Osman wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çareserî bi danîna destûreke nû pêkan e ku bi destê hemû gelê Sûriyê were amadekirin. Nabe tu aliyeke Sûrî ji danîna destûrê dûr were hiştin. Ji ber destwerdanên navneteweyî doza Sûriyê bûye dozeke navneteweyî, ji ber vê yekê lidarxistina Itafaqa Sûrî – Sûrî  divê bi sponseriya navneteweyî be da ku berdewamî û serkeftin pêk bê û em Sûriyeke nû ku mafê hemû gelê Sûriyê diparêze û cihê terorîstan têde tine be ava bikin."

(jo)

ANHA