Şêniyên Efrînê: Em piştgiriya raperîna Şêladizê dikin

Şêniyên Efrînê piştgiriya xwe bi raperîna şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk re teqez kirin û banga yekrêziya refa Kurd li hember dagirkeran û rizgarkirina xaka wan kirin.

Şêniyên Efrînê: Em piştgiriya raperîna Şêladizê dikin
6 sibat, 2019   07:06

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Di 23`yê Çileya borî de balafirên artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Başûrê Kurdistanê kirin û komkujî der heqê şêniyan de pêk anîn. Li ser vê yekê, şêniyên Şêladizê yê Başûrê Kurdistanê li dijî  dagirkeriya Tirk a li ser axa wan derketin û bargeha wan dane ber agir.

Girêdayî raperîna şêniyên Şêladizê li dijî dagirkeriyê, şêniyên Efrînê ji ajansa me re axivin.

Şêniyê bi navê Ehmed Reşo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya çekên pêşketî û balafirên xwe êrîşî Efrînê kir û wiha got:"Me 58 rojan li ber xwe da. Gelê Kurd bi berxwedan û redkirina tevahiya cureyên zulmê tê naskirin. Îro jî şêniyên Başûrê Kurdistanê li Şêladizê li dijî dagirkeriya Tirk serî hildan. Wek şêniyên Efrînê em piştgiriya berxwedana wan dikin û em wê berxwedanê silav dikin."

Ehmed Reşo wiha domand: "Divê tevahiya gelên Başûrê Kurdistanê li hember dagirkeriya Tirk serî hildin û wê ji xaka xwe derxînin. Da ku di nav ewlehî û aştiyê de bin. Tirkiyê biçe ku derê tevlihevî, fitne û parçebûnê çêdike."

Ji aliyê xwe ve jina ciwan a bi navê File Elî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser şêniyên Başûrê Kurdistanê şermezar kir. File destnîşan kir ku dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd dixwaze ji ber wê divê gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê li hember dagirkeriya Tirk serî hildin, berxwedana xwe ranewestînin û yekîtiya xwe ava bikin.

Şêniyê bi navê Selam Îbo jî diyar kir ku dewleta Tirk bi binpêkirinên xwe der heqê gelê Kurd de li tevahiya Kurdistanê bi taybet Efrînê qirkirina gelê Kurd û destkeftiyan Kurdan li ku derê dibe bila bibe armanc dike, ji ber wê divê gel hevgirtin û yekîtiya xwe li hember dagirkeriyê ava bikin.

Her wiha şêniyê bi navê Demhat Xilo berxwedan û raperîna şêniyên Şêladizê li hember dagirkeriya Tirk silav kir. Demhat bang li gelê Kurd kir ku li hember dagirkeriya Tirk serî hildin û ji bo pûçkirina planên dagirkirinê û êrîşan hevgirtina xwe ava bikin.

(şx)

ANHA