ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2019
6 sibat, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye bi armanca rizgarkirina Hecînê, destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê QSD‘ê Mûtez El-Hoşan ê ku di "Şerê Tinekirina Terorê" de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugurê oxir dikin, saet 14:00. Şêniyên Kobanê ji cenazeyê şehîdên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Diclayê oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Greva birçîbûnê ya şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd  û piştgiriya grevên birçîbûnê di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê gotin, hevdîtinên di navbera Serokê PDK‘ê Mesûd Berzanî û fermandarên çeteyên Îtîlafa Opozisyona Sûriyê û komên çete yên girêdayî wê de bi armanca têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava û dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên eşîreyên Ereb ên Minbicê îdiayên Erdogan ku dibêje"Rûsiyên Ereb ji wî dixwazin Minbic rizgar bikin" derewandin û gotin,"Daxuyaniyên Erdogan vala ne, em li herêmê xwe di nava aramiyê de ne, em qebûl nakin ku desthiltadariya Osmanî dîsa vegere." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê piştgiriya xwe bi serhildana gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê re anîn ziman ku bang li gelê Kurd kirin ku li hemberî dagirekran yekîtiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tirkiyê der barê Minbicê de lihevhatina ku li baregeha Încîrlîkê pêk hatibû, binpê kir, anku lihevhatina navdewletî ya der barê pêşeroja bajêr û rêveberiya wê de binpê kir. Ji aliyê xwe ve Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk li gorî lihevhatin û hevpeymanên di navbera hêzên hevpeymanê û Tirkiyê de tev geriyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Berdevkê MSD‘ê Emced Osman destnîşan kir ku MSD‘ê di avakirina yekîtiya niştimanî li hemberî rêxistinên terorîst bi ser ket û got, Sûriya hewcedariya formeke siyasî, niştimanî ye ku pirsgirêkan ji bingehîn çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kirin ku redkirina banga KNK‘ê ji aliyê hin partiyan ve têkiliyên wan partiyan bi dewleta Tirk re diyar dike û teqez kirin ku yekrêziya Kurdî dê terorîstan têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi grevên birçîbûnê re meşekê lidar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê têkildarî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînekê li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbata jina bi navê Fatima El-Şêx Salih serpêhatiya koçberiyê jiyan, di rêwîtiya koçberiyê de wekî mertalên zindî hatin bi karanîn. Derfeta xwe xelaskirina ji vê rewşê mîna xelaskirina ji dojehê tê binavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Siyasetmedarên jin ên pêkhateya Ereb ên bajarê Helebê destnîşan kirin ku qebûlkirina azarên jinan di serdema Osmanî de ne gengaz e. Neviyê Osmaniyan bi rêya dagirkirina Sûriyê û binpêkirinên xwe hewl dide dîroka gelên Sûriyê qir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hunermendê Kurd ên navdar Baqî Xido di salvergera wefata wî de bi bîr tînin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Peymangeha Mezopotamiya ya Mûzîkê li taxa Miftî vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Yekîtiya Koperatîfan a Kantona Girê Spî  ji bo pêşxistina aborî dixebite. Yekîtiya Koperatîfan hewl dide projeya li kantonê veke û çandiyê pêşbixîne da ku pêwîstiyên civakê bi cih bên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên navçeya Eyn Îsayê piştî zirarên mewsima çandiniyê ya sala borî di encama belavbûna nexweşiyan de di nav hilberînê de, ji pirsgirêka vegerandina deynan zehmetiyan dikşînin. Ji aliyê xwe ve aliyên têkildar soza çareserkirina pirsgirêkê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Bazarên navçeya Şedadê ya ku ev 3 salin ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin, piştî vegera aramî û ewlehiyê geş bûye. Şaredariya Gel ji bo vekirina dukanên nû ruxsetê dide welatiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA