Akademiya Civaka Demokratîk a li Dêrazorê dewreya 4‘an qedand

Li Akademiya Civaka Demokratîk a bajaroka Kuber dewreya perwerdeyê ya 4‘emîn a bi navê "Şehîd Merwan El-Fiteyîh" qediya.

Akademiya Civaka Demokratîk a li Dêrazorê dewreya 4‘an qedand
Akademiya Civaka Demokratîk a li Dêrazorê dewreya 4‘an qedand
Akademiya Civaka Demokratîk a li Dêrazorê dewreya 4‘an qedand
Akademiya Civaka Demokratîk a li Dêrazorê dewreya 4‘an qedand
Akademiya Civaka Demokratîk a li Dêrazorê dewreya 4‘an qedand
5 sibat, 2019   18:51

DÊRAZOR

Li Akademiya Civaka Demokratîk 30 roj beriya niha bi tevlêbûna 23 kesan ji endamên saziyên sivîl û şêniyan dewreyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Merwan Fiteyîh" hatibû destpêkirin.

Merwan El-Fiteyîh şehîdê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê ye di 20‘ê kanûna 2018‘an şehîd bû.

Di perwerdeyê de, waneyên girêdayî girîngiya perwerdeyê , têgeh, kapîtalîzim, dîroka Sûriyê, netewa demokratîk, dîroka jin, çand û exlaq, renxe û rexnedeyîn hatin dayîn.

Merasîmê bidawîkirina dewreya perwerdeyê bi axaftina endamê MSD‘ê Fîras Elî dest pê kir. Fîras Elî got: "Akademiya Civaka Demokratîk a li Dêrazorê gaveke mezin e piştî pêşketinên li herêmê rû dane."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ebdulrezaq El-Rehîm jî axivî û vekirina dewreyê li endaman pîroz kir û got: "Em bi hêvî ne ku bi rêya vê akademiyê fikrê paşverû ji holê were rakirin û fikrê demokratîk pêşkeve."

Endamê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Ziyab El-Cîlat jî got, "Bi kar û zanistê em neteweyên hevgirtî ava bikin, tevî hemû astengiyan û siyasetên dijber em di serxistina projeya xwe de berdewam in, ji bo vê yekê divê kedeke mezin û gelek perwerde werin dayîn."

Şêniyên bi navê Şakir El-Salih ku tev li dewreya perwerdeyê bibû ji ajansa me re got,"Em hatin akademiyê da ku asta perwerdeyê li gel xwe xurt bikin, me fikrên cuda ku berê di ser me re derbas nebibû, nas kir û bi rihê hevaltiyê me perwerde bi dawî kir. Tiştên ku em di perwereyê de fêr bûn em di nava civakê de belav bikin."

Raniya El-Xidir jî ji aliyê xwe de got, "Di vê perwerdeyê de me fikr û rêbazên jiyana xwe pêş xist."

Yekemîn Akademiya Civaka Demokratîk li gundewarên Dêrazorê 25‘ê Hizêrana 2018‘an de li bajaroka Kuber hate vekirin. Li akademiyê heta niha 4 dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin, "Dewreya Şehîd Ehmed El-Cefal, Şehîd Seyf, Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê û Dewreya Şehîd Merwan El-Fiteyîh"

ANHA