Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi dehan şêniyên bajaroka Bisêra cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweprastinê Ebduhemîd El-Zahir û Bedrî El-Xabûr û şervanê QSD‘ê Ehmed El-Ûkla yên di 30‘yî Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li şehîdgeha Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
Şehîdên Şerê Tinekirina Terorê li Dêrazorê hatin veşartin
5 sibat, 2019   19:07

DÊRAZOR

Welatiyan cenazeyê şehîdan ji deriyê ketina bajaroka Bisêra wergirtin û bi kerwanekî ji wesayîtan ber bi Şehîdgeha Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li şehîdgehê merasîmek ku bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir, hat lidarxistin.

Ji fermandarên QSD‘ê Salim El-Îbrahîm axivî û got: "Bi navê hêzên leşkerî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî şehîdên leheng ditewînin. Şehîd tu carî namirin, şehîdan rêya têkoşînê ji bo me ronî kirine, em ê şopdarên xeta wan bin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Suha Mihemed jî axivî û anî ziman ku, şehîd mişeleyên azadiyê ye û soza şopandina rêyên wan da.

Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Celal nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Meclisê her wiha nasnameyê 3 şehîdên QSD û Erka Xweparastinê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn eşkere kirin. Nasnameya şehîdan wiha ye; Zîr Elawî, Xetab Fehed El-Elî û Îbrahîm Şahiz (Umer).

Girse cenazeyê hersê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA