Ji bo pirsgirêkên sotemeniyê komîte hatin avakirin

Meclisa Rêveber komîte ava kirin ku li ser mijara kêmbûna madeyên sotemeniyê û diyarkirina buhayê cereya gazê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.

Ji bo pirsgirêkên sotemeniyê komîte hatin avakirin
5 sibat, 2019   18:02

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro sêşemê civîna xwe ya asayî ya 5‘emîn li gel meclisên rêveber ên rêveberiyên xweser û sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku hejmara wan 7 in li dar xist. Hevserokên hemû meclisan di civînê de amade bûn. Di civînê de herî zêde rewşa xizmetguzariyê û mijara sotemeniyê hatin gotûbêjkirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, beşdaran rewşa siyasî û leşkerî girêdayî herêmê, jê mijara avakirina herêma ewle û biryara rêveberiya Amerîkayê ya vekişandinê nirxandin. Her wiha bal kişandin ser civînên eşîreyan li gundewarên Helebê û bajarê Riha ya Tirkiyê û hate gotin ku ev civîn bi armanca xirabkirina tevna civakî ya Bakurê Sûriyê ye.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihba girîgiya hevgirtina pêkhateyên herêmê ji bo rêgirtina li hemberî planên dijber.

Paşê jî raporên hemû meclisan hatin xwendin.

Di civînê de mijara kêmbûna sotemeniyê û derxisitna ji derve bi qaçaxî, buhayê li bazaran hatin nîqaşkirin.

Beşdaran komîteyek ava kir ku li ser mijara kêmbûna madeyên sotemeniyê û qedexekirina derxistina ji derve bi qaçaxî û diyarkirina buhayê madeyan bisekine.

Beşdaran biryar girtin ku komîteyek din were avakirin da ku buhayê cereyên gazê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin.

Beşdaran her wiha komîteyek ava kir da ku budceya hemû meclisan bi hevkariya Desteya Diravî diyar bike.

ANHA