Li Dirbesiyê 150 kes ketin greva biçîbûnê

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê 150 kes ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya bi çalakgerên greve birçîbûnê ketin greva biçîbûnê.

Li Dirbesiyê 150 kes ketin greva biçîbûnê
Li Dirbesiyê 150 kes ketin greva biçîbûnê
Li Dirbesiyê 150 kes ketin greva biçîbûnê
5 sibat, 2019   14:57

HESEKÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê 150 kes bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê tecrîdê hilweşînin" ketin greva biçîbûnê.

Bi vê armancê konê grevê li qada şehîdan hate vedan. Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamantera HDP û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven hate xemildan.

Çalakî dê 3 rojan berdewam bike. Bi dehan şêniyên navçeyê herikîn bin konê çalakiyê.

Çalakiya grevê bi gotina rêvebira Kongreya Star Ebîr Hesen dest pê kir. Ebîr destnîşan kir ku ew weke jin û mêr piştevaniya berxwedaniya Leyla Guven dikin û anî ziman:" Ev berxwedanî ji bo gelê Kurd ne nû, ji beriya 40 salan ve Kurd têkoşîna azadiyê dimeşîne. Leyla Guven bi berxwedana xwe dîrokê dizvirîne."

Ebîr bal kişand ku, tevî dewleta Tirk parlamenter Leyla Guven serbest berdaye, lê hê jî di greva xwe de berdewam e û wiha got:" Em ê bi îradeya xwe bi serkevin, ji ber wekî jin nûnumeyên Leyla Guvend pir in."

Ebîr Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çalakiyên wan berdewam e ta tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah bi dawî bibe.

Serdana şêniyan a ber bi konê çalakiyê ve berdewam e.

(fr)

ANHA