Şehîdê QSD‘ê yê Iraqî bi merasîmekî girseyî hate veşartin

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûryeya Demoratîk (QSD) Umran El-Cedan ê bi eslê xwe ji Iraqê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê El-Dawûdiyê veşartin.

Şehîdê QSD‘ê yê Iraqî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê yê Iraqî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê yê Iraqî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê yê Iraqî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê yê Iraqî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
Şehîdê QSD‘ê yê Iraqî bi merasîmekî girseyî hate veşartin
5 sibat, 2019   15:39

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê şehîd Umran El-Cedan (Dijwar) ê ku li Dêrazorê di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergitin û bi karwanek ji erebeyan ku bi wêneyên şehîd hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê hevserokê meclisê Bengîn Badînî axivî û ev tişt anî ziman, "Îro em li pêşiya şehîdekî Iraqî ji bajarê Selehedîn e disekinin. Şehîd Umeran ji bo şerê li hemberî terora DAIŞ‘ê tevli QSD‘ê bû. Em bi şehadata wî serbilind in, şehadeta wî nîşaneya biratiya gelan e."

Bi navê hêzên leşkerî, ji fermandarên QSD‘ê Ziyab Hesekê soza şopandina rêya şehîdan da û got, bi ked û xwîna şehîdan herêm ji zulma çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bûn.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso sersaxî ji malbata şehîd Umran re xwest û di derbarê şehîd de da zanîn ku, şehîd Umran El-Cedan teybetmendiya xwe cuda bû, ji ber hemwelatiyê Iraqê bû, ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ’ê şehîd bû.

Dûvre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve wesîqeya şehadetê xwendin û radestî malbatê kir.

Şervanan cenazeyê hevalên xwe hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

Şehîd Umran El-Cedan li bajarê Dêrazorê ji dayik bûye. Malbata wî ji Iraqê ye û li gundewarên Dêrazorê dimîne. Umran di sala 2017‘an de tevlî QSD‘ê bû û beşdarî pêngavên rizgarkirina geleke deveran ji çeteyan DAIŞ‘ê bû.

(fr)

ANHA