Ji bo dayik û hevjînên şehîdan dewreya perwerdeyê

Akademiya Jinên Sûriyê bi tevlêbûna 44 dayik û hevjînên şehîdan dewreyeke perwerde da destpêkirin.

Ji bo dayik û hevjînên şehîdan dewreya perwerdeyê
5 sibat, 2019   14:19

REQA

Akademiya Jinên Sûriyê bi tevlêbûna 44 dayik û hevînên şehîdan ên herêma Reqayê dewreya perwerdeyê ya 10‘an da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê bi navê "Şehîd Hebûn Qamişlo" ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû li Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kirin.

Di dewreyê de wê waneyên bîrdozî li ser girîngiya perwerdeyê, têgeh, netewa demokratîk, parastina rewa, civaka xwezayî û hin mijarên din dê werin dayîn. Perwerde dê 22 rojan dewam bike.

Têkilî mijarê hevjîna şehîd Şêx El-Mihemed, Îbtîsam El-Ehmed wiha anî ziman:" Em weke hevjînên şehîdan divê em xwe pêş bixin û da ku karibin xwe û civaka xwe bi rêve bibin ku karibin layiqê xwîna şehîdan bikin."

(fr)

ANHA