‘Berxwedana Leyla Guven bû qîrîna azadiyê li dijî faşîstan’

Meclisa Jinana PYD`ê bang li rêxistinên mirovî kir ku berxwedana Leyla Guven bibînin û daxwazên wê yên rewa paşguh nekin.

‘Berxwedana Leyla Guven bû qîrîna azadiyê li dijî faşîstan’
5 sibat, 2019   12:52

HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Helebê der barê berxwedan û greva birçîbûnê ya têkoşera Kurd Leyla Guven de ku kete roja 90`an, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî li pêşiya navenda partiyê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji aliyê endama meclisê Nêrgiz Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedan û têkoşîna jinên Kurd ji bo azadî û doza gelê Kurd hate bibîrxistin û hate gotin ku berxwedana Leyla Guven bû qîrîna azadiyê li dijî faşîstan.

Berdewama daxuyaniyê wiha ye: "Em bi navê jinên PYD`ê bang li hemû jinan dikin ku têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, ji ber ku daxwazên Leyla Guven ên gel tevahî ne. Her wiha em ji hemû rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku berxwedana Leyla Guven bibînin û daxwazên wê yên rewa paşguh nekin.

Em wek jinên azad li her devera cîhanê û bi taybet jinên Kurdistanê, durûtiya civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî şermezar dikin û ji wan dixwazin ku berpirsyariyên xwe yên der barê binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî de pêk bînin û fişaran li dewleta faşîst a Tirk bikin da ku tecrîda li ser serok û hemû girtiyên siyasî rake."

(kn)

ANHA