Şêniyên Tebqayê: Divê êlên herêmê nakokiyan bidin aliyekî

Şêniyên herêma Tebqa ya rojavayê Reqayê bang li rûspiyên eşîran kir ku dev ji nakokiyên xwe berdin û li dijî DAIŞ`ê û dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin.

Şêniyên Tebqayê: Divê êlên herêmê nakokiyan bidin aliyekî
Şêniyên Tebqayê: Divê êlên herêmê nakokiyan bidin aliyekî
Şêniyên Tebqayê: Divê êlên herêmê nakokiyan bidin aliyekî
Şêniyên Tebqayê: Divê êlên herêmê nakokiyan bidin aliyekî
Şêniyên Tebqayê: Divê êlên herêmê nakokiyan bidin aliyekî
5 sibat, 2019   13:04

TEBQA

Roja Duşemê di navbera kesekî ji êla Wehib û kesekî ji êla Nasir de nakokî çêbûn û di encama wê de şer derket û paşê gule hatin reşandin û kesek ji êla Wehib hate kuştin.

Ji bo nakokî û şer fireh nebe, Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê ji duh ve çûn û hatin qedexe kir.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Yasir Elî yê ji Tebqayê ye teqez kir ku rewşa bajarê wan aram e û tişta ku duh çêbû ji bo hindek aliyan derfet e da ku aramî û ewlehiya li herêmê tevlihev bikin.

Elî bang li aliyên ku şer di navbera wan de derketiye kir ku bêhna xwe fireh bikin û bi aqilê xwe pirsgirêkê çareser bikin û ji bîr nekin ku gelek kes hene hewl didin ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Her wiha Yûsif Elî bang li şêniyên bajarê Tebqayê kir ku li dijî xetereya Tirkiyê li dijî gelê herêmê ku dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin, yekitiya xwe ava bikin. Her wiha diyar kir ku hin alî ku girêdayî dagirkeran in, hewl didin ji derfetên bi vî awayî sûdê wergirin.

Yûsif Elî got ew bi hêvî ye ku her du aliyên şer di navbera wan de derketiye, nakokiyan bidin aliyekî.

Ji saetên vê sibê ve welatiyên bajarê Tebqayê berê xwe da sûkan da ku pêdiviyên pêwîst ji xwarin û vexwarinê bikirin. Her wiha hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên rewşên awarte li hemû bajar belav bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Hundrîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê qedexekirin ji saet 07:00`an heta 10:00’an were rakirin da ku şênî pêdiviyên pêwîst ji xwe re bikirin.

(bx)

ANHA