Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e

Şêniyên herêma Efrînê da zanîn ku civîna di navbera Masûd Barzanî û çeteyên opozîsyonê de pêk hat armanc jê têkbirina projeyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û têkbirina hewldanên yekitiya Kurdan e.

Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e
Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e
Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e
Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e
Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e
Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e
Şêniyên Efrînê: Armanca hevdîtina Hewlêrê têkbirina yekitiya Kurdan e
5 sibat, 2019   12:43

ŞEHBA

Beriya niha bi çend rojan, çeteyên bi navê “opozîsyonê” ku bi xwe sûckarên kuştina şêniyên Efrînê û zarokên Başûrê Kurdistanê ne, tevî çeteyê bi navê Ebdilcebar Igêdî, bi serokê PDK`ê Masûd Barzanî re civiyan. Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê ev civîn şermezar kirin û daxuyaniyek li Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn dan.

Di daxuyaniyê de şêniyên Efrîn û Şehbayê wêneyên komkujiya ku di sala 2013`an li Til Hasil û Til Eranê û komkujiyên li Efrînê pêk hatin hildan, her wiha pankartên bi zimanê kurdî û erebî nivîsa "Na ji pêşwazîkirina terorê li Hewlêrê, em komkujiya Til Hasil û Til Eranê ji bîr nakin, erê ji yekbûna Kurdan re û na ji hevalbendiya çeteyan re”rakiribûn.

Daxuyanî bi zimanê kurdî  ji aliyê endamê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo û bi zimanê erebî ji aliyê endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad Li Şehbayê ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku KNK-Rojava hewl dide nêrînên di navbera Kurdan nêzî hev bike da ku yekbûna wan pêk bîne û berjewendiyên herêmê pêk bîne ku rola wan di tunekirina mezintirîn hêza terorê li dijî mirovahiyê giştî de heye, divê hemû hêzên kurdî berê xwe bidin vê kedê û alîkariya wê bikin. Lê mixabin hîna serokê PDK`ê Masûd Barzanî bi rêya pêşwazîkirina yên bi navê Desteya Bilind a Opozîsyonê ku destê wan di kuştina gelê Sûriyê de hebû, dixebite da ku vê kedê vala derxe. Her wiha ew li ser siyaseta Tirkiyê ku dixwaze Kurdan parçe bike razî ne û hinek ji wan jî ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina wê wekî ku Efrîn dagir kirin, bi kar tîne. 

Kesên ku rûdanên li Sûriyê dişopîne dibîne ku kesayetên ku Barzanî pêşwaziya wan kirin, dîroka wan a mezin di dijminatiya bi gelê Bakurê Sûriyê û taybet gelê Kurd de heye, wan komên çekdar ku êrîşî Rojava kirin bi rê ve dibirin mîna Ebdilcebar Igêdî ku dijminatiya xwe ji gelê Kurd vedişêre û berpirsê rasterast di pêkanîna komkujiyê de der heqê şêniyên Til Hasil û Til Eran gundên Helebê di sala 2013`an de kir. Ev yek jî ji aliyê Barzanî ve hate veşartin û got ku wî komkujî pêk neaniye, tevî hemû belgeyên ku şêniyên herêmê pêşkêş kirin. Her wiha komkujî li Efrînê jî pêk anîn.

Igêdî û kesên mîna wî bi rêya rêvebirina komên tundraw fikrên xwe yên tendraw veneşartin û şerîeta xwe ya mîna DAIŞ`ê ku li ser asta cîhanê wekî terorîst tê naskirin, nîşan dan. Armanca wan jî aloziya Sûriyê dirêj bikin da ku xizmetekê ji rêveberên xwe yên Osmanî re pêşkêş bikin. Planên wan ku dixwazin çeteyan û yên bi navê Pêşmergeyên Rojava ku ji aliyê îstixbaratên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê hatin perwerdekirin, derbasî Bakurê Sûriyê bikin, eşkere ne. Di demeke ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ked didin da ku terorê tune bikin û piştgiriya danûstandinên Sûrî – Sûrî bike, da ku aloziya Sûriyê xelas bibe, ev planên wan têne kirin.

Pêkhateyên Efrîn, Şehba û Til Hasil û Til Eranê ku hawar ji destê çeteyên Opozîsyona Sûriyê û ENKS`ê dîtine, van planên eşkere ku tenê xizmeta projeyên Osmaniyan dike, şermezar dikin.

Bijî yekitiya neteweya Kurd û Kurdistanê,

Bimire îxanet."

Daxuyanî bi dirûşmeyên şermezarkirina îxanetê bi dawî bû.”

(jo)

ANHA