Hikumeta Yemenê û Hûsî ji bo mijara veguhestina girtiyan têne ba hev

Nûnerên hikumeta Yemenê û hêzên Hûsiyan îro li paytexta Urdunê Ûmanê ji bo hevdîtinên der barê peymana veguhestina girtî û dîlên şer de têne ba hev.

Hikumeta Yemenê û Hûsî ji bo mijara veguhestina girtiyan têne ba hev
5 sibat, 2019   12:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku nûnerên hikumeta Yemenê û hêzên Hûsî îro dê ji bo tûreke nû ya hevdîtinan li Urdunê li hev bicivin. Tora hevdîtinan dê 5 rojn dewam bike û her aliyek dê nêrînên aliyê din guhdar bike.

Peymana Swêdê ji bo gelek astengiyan nayê pêkanîn, hêzên Hûsiyan hebûna bi hezaran girtî û dîlên şer înkar dike, her wiha di lîsteya navên girtiyên xwe yê li ba hikumetê de navên kuştiyan jî rêz kirine.

Roja 13`ê Kanûna 2018`an li paytexta Swêdê Stockholmê û di bin çavdêriya NY`ê de di navbera nûnerên hikumeta Yemenê ya ku Arabistana Siûdî piştgiriya wê dike û hêzên Hûsiyan de ku Îran piştgiriya wê dike, hevpeyman çêbû.

Li gorî peymanê roja 18`ê Kanûnê li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê agirbest pêk hat û pêwîst bû şandeya NY`ê ya çavdêriyê bikeve herêmê û çekdar ji wir vekişin, her wiha girtî û dîl jî bêne veguhestin.

(kn)