Şêniyên Tebqayê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir

Piştî 10 rojan ji çalakiya greva birçîbûnê ku bi dirûşma "Biratiya gelan dê komployên faşîzma Tirkiyê bişikîne" dest pê kiribû, şêniyên bajarê Tebqayê çalakî bi dawî kir.

Şêniyên Tebqayê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir
5 sibat, 2019   12:13

TEBQA

Di roja dawîn a çalakiya greva birçîbûnê de ji bo piştgiriya berxwedana Leyla Guven û 230 hevalên wê ku ji ber siyaseta dewleta Tirkiyê ya der heqê girtiyên di zindanan de û daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê hevserokê Komîteya Kar û Barên Malbatên Şehîdan Xalid El-Zeyîm ve hate xwendin, wiha ye:

"Ji malbatên şehîdan çavkaniya rûmetê, ji vir roka azadiyê hilat, ji van Meclisa Malbatên Şehîdan ava dibe, çalakiya greva birçîbûnê çeka herî bihêz di nava mirovahiyê de li dijî faşîstan e.

Di 25`ê Çileyê de me dest bi grevê kir û va ye em çalakiya xwe ku hemû sazî, komîteyên ji rêveberiya sivîl û leşkerî tê de beşdar bûn, her wiha mêvanên ji Kobanê, Girê Spî, Reqa û Minbicê tev lê bûn, bi dawî dikin.

Çalakvanan soz da ku em ê li ser rêya berxwedan û têkoşînê ku têkoşerên grevê tê de dimeşin, bin. Em soza xwe nû dikin ku em ê bi rihê berxwedana dîrokî ya Leyla Guven ku ev rastî îsbat kir û di roja 90 di grevê de ye, têkoşîna xwe berdewam bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku diviyabû çalakî heta sibê dewam bikira, lê ji ber rûdanên li herêmê, komîteya hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê neçar ma ku qedexeya derketina derve ragihîne da ku tu karên xerabkirin di mal û milkên şêniyan de pêk neyê, ji ber vê yekê çalakî bi dawî bû.

(jo)

ANHA