Mîrê Êzidîyan hat veşartin

Yek ji Mîrê dawî yê baweriya Êzdayetiyê Mîr Tehsîn Beg ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû îro li navçeya Şêxan a Şengalê bi merasîmekê hate veşartin.

Mîrê Êzidîyan hat veşartin
5 sibat, 2019   11:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Mîr Tehsîn Beg 28’ê Çile li nexweşxaneya Hannover a Elmanyayê jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê mîrê Êzidiyan roja Duşemê anîn Hewlêrê û ji wir jî birin navçeya Şêxanê û îro bi merasîmekê hate veşartin.

Di serî de nûnerên Êzidîyan, nûnerên patiyên siyasî, HDP û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg piştî niyazan hat veşartin. Wê konê sersaxiyê yê Mîr, li Şêxanê bê danîn.

Mîr Tehsîn beg ê ku 15’ê Tebaxa 1933'an de li bajaroka Baedre ya navçeya Şêxan a Dihokê ji dayik bûyî, sala 1944'an Mîr Tehsîn beg, hê di temenê 11’î de piştî wefata bavê xwe bibû Mîr.