Şêniyên Tirbespiyê: Tecrîd berdewama komployê ye

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkbirina projeya neteweya demokratîk e ku Ocalan ji bo xilasiya gelên Rojhilata Navîn ji zilm û şeran pêşkêş kiribû.

Şêniyên Tirbespiyê: Tecrîd berdewama komployê ye
5 sibat, 2019   07:12

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 9`ê Cotmeha 2011`an ve ferz dike û hevdîtinên parêzeran ji bo dîtina wî qedexe dike.

Bi nêzîkbûna salvegera 21`an a Komploya Navdewletî re ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo komplo û berdewamkirina tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin.

Jina bi navê Xewla Ebas komploya li dijî Ocalan bi komployeke der heqê mirovahiyê de bi nav kir. Xewla diyar kir ku ferzkirina tecrîdkirinê di nav bêdengiya navdewletî de, tê wateya berdewamkirina komploya der heqê Ocalan de û projeya wî ya neteweya demokratîk ku rêya xilasiya gelan ji zilm û şeran tê hesibandin.

Xewle destnîşan kir ku gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomîne. Xewla di heman demê de berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên ku bi armanca rakirina tecrîdkirina Ocalan di nav greva birçîbûnê de ne, silav lê kir.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Elî Nayif tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û wiha domand: “Dagirkeriya Tirk hewl dide projeya demokratîk bi rêya ferzkirina tecrîdkirinê li ser Ocalan ku banga demokrasiyê û biratiya gelan kiriye, têk bibe.”

Elî Nayif bêdengiya navdewletî ya li hember tecrîdkirinê şermezar kir û ew bi berdewamkirina Komploya Navdewletî bi nav kir. Elî Nayif got Ocalan bi rêya fikra xwe êdî di nav dilê bi milyonan Kurd, Ereb û Suryanan de ye. Nayif diyar kir ku gelê herêmê fikr û felsefeya wî ya ku banga azadiya û biratiya gelan dike, nas kirine.

Şêniyê bi navê Mihemed Reşo Sêfo yê ji gundê Sehel ê girêdayî navçeya Tirbespiyê jî wiha got: "Ocalan ji aliyê bedenî ve di girtîgehê Tirkiyê de ye, lê fikr û giyana wî di nav me û wijdana me de azad e."

Mihemed Reşo Sêfo bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku mudaxele bikin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û zextê li Tirkiyê bikin da ku rê bide hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re wek mafekî ji mafên girtiyan ên xwezayî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewletên kapîtalîst û hêzên mezin der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 9`ê Cotmeha 1998`an de komployeke navdewletî da destpêkirin. Ev komplo berdewam kir heya ku di 15`ê Şibata 1999`an de dîl hate girtin.

(şx)

ANHA