Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad

Bi dehan şêniyên herêmên rizgarkirî yên Hecînê di encama Şerê Tunekirina Terorê de ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê hatiye destpêkirin û piştî ku ji tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê xilas bûn, li malên xwe vedigerin.

Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
Bi dîmen… Şêniyên Hecînê vedigerin warên xwe yên azad
5 sibat, 2019   07:31

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Bi destpêkirina qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê re ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê di baregehên wan ên dawî de li gundewarên Dêrazorê û taybet herêma Hecînê didome, bi hezaran şêniyên herêma Hecînê û gundewarên wê koçber bûn û ber bi herêmên rizgarkirî ve ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin, çûn.

Pitşî ku herêma wan ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin û QSD`ê dest bi hemleya paqijkirina herêmê ji mayinan û şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê kir, şênî hêdî hêdî li mal û herêmên xwe yên ewle vegeriyan.

Di vegerê de şêniyan ji Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rêxistinên mafên mirovan û xizmetguzariyê xwest ku ji nû ve herêmên wan ava bikin û di zûtirîn demê de jiyanê li herêmên wan vegerînin.

Nûçegihanên ajansa me kêliyên dema ku şênî li malên xwe vedigerin û ji tarîtiya çeteyên DAIŞ`ê xilas dibin, bi wêne û dîmenan şopandin.

(bx)

ANHA