‘Vejandina rêkeftina Edeneyê îsbata pûçbûna planên dewleta Tirk e’

Hemîd Şêxmûs got rêkeftina Edeneyê ji roja hatiya ragihandin ve ne rewa ye û ji nû ve vejandina wê tê wateya têkçûna planên dewleta Tirk.

‘Vejandina rêkeftina Edeneyê îsbata pûçbûna planên dewleta Tirk e’
5 sibat, 2019   07:06

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Piştî hevdtînên di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de, Tirkiyê bi desteka Rûsyayê xwest rêkeftina Edeneyê ya ku di 1998`an de bi Sûriyê re mohr kiriye, carek din vejîne.

Girêdayî vê mijarê û ji endamê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hemîd Şêxmûs ji ajansa me re axivî.

Hemîd Şêxmûs di destpêka axaftina xwe de got:”Armanc ji rêketina Edene ya sala 1998`an, destpêkirina komploya navdewletî û derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê bû, her wiha bidawîkirina xebatên Partiya Karkerên Kurdistanê li Sûriyê bû û wiha dewam kir:”Lê îro tu xebatên partiyê li herêmê tune ye, delweta Tirk van îdîyan bikar tîne da bihtir axa Sûriyê dagir bike.”

Hemîd Şêxmûs da zanîn ku vejandina rêkeftina Edeneyê îsbata hilweşîna dewleta Tirk e, piştî ku bû dergehê derbasbûna DAIŞ`ê ji Sûriyê re û piştgiriya wê ji terorê re.

Şêxmûs bal kişand ser hewldanên dagirkeriya Tirk ên guhertina demografyaya herêmên ku dagir kiriye, mîna Cerablus, Ezaz, Bab û ya herî dawî Efrîn û wiha domand: “Tirkiyê bi rêya komkujiyan, wêrankirin, talankirin û koçberkirina şêniyên herêmên resen û bicihkirina malbatên çeteyan di malên wan de dixwaze hewldanên xwe pêk bîne.”

Endamê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê tekez kir ku rêkeftina Edeneyê ji destpêkê ve ne rewa ye, ji ber ku vîna gel temsîl nake û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Armanca Tirkiyê ji vejandina rêkeftinê di radeya yekemîn de dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lê ew ê di hewldanên xwe de têk biçe, ji ber ku gelên herêmê xwe bi rêxistin kirine."

Hemîd Şêxmûs diyar kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide dewleta Osmanî careke din vegerîne û hîna dihizire ku Heleb û Mûsil du beşên xaka Tirkiyê ne.

Endamê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Hemîd Şêxmûs ji bo pûçkirina planên Tirkiyê, banga hevgirtinê li tevahiya partiyên siyasî kir û got divê xwedî yek nêrîn bin û dûrî ajandeyên derve bin.

(şx)

ANHA