Li Tebqayê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Komîteya Hundirîn a herêma Tebqayê ji bo nakokiyên di navbera hin aliyan de ku îro danê nîvro li bajar derketin qedexeya derketina derve ragihand.

Li Tebqayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
4 sibat, 2019   16:49

TEBQA

Komîteya Hundirîn a herêma Tebqayê îro biryarnameyek weşand û derketina derve li tevahî bajêr heta demeke ne diyar  ragihand.

Di biryarnameyê de ku kopiyekê jê ketî destê me ev tişt tê gotin:

"Ji ber nakokiyên ku îro danê nîvro di navbera hin aliyan de li bajar derketin û ji bo rêgirtin li ber helwdanên tevliheviyê û xirabkirina milkên giştî û yên taybet, di heman demê ji bo çareserekirina vê pirsgirêkê me ev biryar girtin;

1- Li bajêr qedexeya derketina derve heta demeke ne diyar hat ragihandin.

2-Ketin û derketina ji bajarê qedexe ye.

3-Biryara ji dîroka ku derketiye dikeve meryetê.

4-Pêwîste hemû welatî li gorî biryarnameyê tevbigerin, kesên ku pêk neyne dê hesab jê were xwestin."

ANHA