Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist

Kongreya yekemîn a Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Sirînê hatin û rêveberên nû yên rêxistinê hatin hilbijartin

Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist
Rêxistina PYD‘ê ya Sirînê kongreya xwe lidar xist
4 sibat, 2019   16:16

KOBANÊ

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Sirînê ya kantona Kobanê îro kongreya xwe ya yekemîn bi dirûşmeya "Bi vîn û rêxistinbûyînê em Efrîn rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin" lidar xist.

Kongrê bi beşdarbûna 232 delegeyan, nûnerên partiyên siyasî, û saziyên civaka sivl, bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên PYD‘ê ji bajarê Qamişlo û Kobanê û rûspiyên herêmê li hola civînan hate lidarxistin.

Hol kongrê bi alên PYD, pankartên "Ji Rojavaya azad ber bi Sûriyeke demokratîk ve", "Bi rihê berxwedanê em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin" û "Bi berxwedanê em ê destkeftiyên xwe biparêzin û şoreşgera xwe misoger bikin" hatibû xemilandin.

Axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen ve destpê kir. Hesen bal kişand ser gefên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Herêm bi xwîna şehîdan ji terora ku Tirkiyê şandine hatin rizgarkirin. Tirkiyê dixwaze serdema Osmanî vegerîne, lê pêwîst e gelê herêmê li hemberî projeyên Osmanî bisekine."

Şahoz Hesen her wiha li ser avakirina herêma ewle ku Tirkiyê qala wê dike ev tişt anî ziman: "Herêma ewle wê aramî û ewlehiyê neyîne. Dewletên herêmî di serî de Tirkiyê sedema alozî û şerê li Sûriyeyê ku ev çend sal in dewam dike."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Sirînê Emel Mustefa jî axivî û anî ziman ku Partiya Yekîtiya Demokratîk roleke mezin di avakirina Rêveberiya Xweser a herêmê de list û got: "Lidarxistina vê kongreyê di demekê de ku gefê li ser herêmên têne xwarin gaveke êrînî ye, em ji cîhanê re diyar dikin ku bi hevgirtina xwe em dikarin gavên mezin bavêjin."

Di berdewama kongrê Rêvebera Kongreya Star a navçeya Sirînê Terfa Xelîl jî lidarxistina kongrê pîroz kir û rola wî di pêşxistina jin di her qadan de destnîşan kir.

Paşê, peymanên pîrozbahiya kongrê ku ji aliyê sazî û meclis û partiyan ve hatibûn şandin, hatin xwendin. Her wiha rapora siyasî û rêxistinî ya partiyê hatin xwendin û deriyê nîqaşan li pêşiya beşaran hate vekirin.

Di dawiya kongrê de dengdan pê hat. Di encamê de 12 kes wekî rêveberên Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Sirînê hatin hilbijatin. Rêveberên nû sûnd xwarin ku dê kar xwe bi cih bînin.

ANHA