Ji Firat heta Diclayê "Kerwanê zeytûnan" sibe dimeşe

Rewşenbîrên herêma Cizîr û Firatê bi dirûşmeya "Efrîn…em ê ji nû ve şîn bibin" sibe kampanayekê dide destpêkirin.

Ji Firat heta Diclayê "Kerwanê zeytûnan" sibe dimeşe
4 sibat, 2019   18:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi mebesta piştgiriya berxwedana Efrînê li hemberî dagirkeran û xurtkirina çanda girêdana bi welêt ve, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Kobanê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd – Sûriyê siba kampanyeke bi navê "Kerwanê zeytûnan" destpê dike.

Kampanyaya "Kerwanê zeytûnan" bi dirûşmeya "Efrînê.. Em ê ji nû ve şîn bibin" hatiye birêxistinkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê 366 darên zeytûnan "Qasî hejmara gundên herêma Efrînê" li herêma Kobanê û qasî wê li Cizîrê werin çandin.

Aliyên ku kampanya bi rêxistinkirin li ser mijarê daxuyanî dan û gotin, Kerwanê zeytûnan dê ji qada Şehîd Arîn Mîrkan a Kobanê heta herêma Cizîrê bimeşe, ango ji Çemê Firatê heta Çemê Diclayê.

Di daxuyaniyê de tê gotin, "Ji bo wefedariya şehîdan, berdewama rihê berxwedanê û dewlemendkirina jiyanê li herêmên rojhilatê Firatê kerwanê zeytûnan dê roja Sêşemê 5‘ê Sibata 2019‘an saet di 10‘ê Sibehê de ji Qada Şehîd Arîn Mîrkan bimeşe, ji goristanên şehîdan, qadên giştî, gund û bajarok heta Çemê Diclayê dewam bike."

ANHA