Li Tebqayê werza duyemîn a sala perwerdeyê destpê kir

Bi destpêkirina werza duyem a sala xwendinê 2018-2019 re dibistanên Tebqayê ji bo pêşwazîkirina zêdetirî 46 hezar xwendekaran deriyên xwe vekirin. Bi vekirina dibistanan re karname li şagirtan hatin belavkirin.

Li Tebqayê werza duyemîn a sala perwerdeyê destpê kir
4 sibat, 2019   15:43

TEBQA

Piştî bi dawîbûna batlaneya nîvê salê û pêşketina warê perwerdehiyê, hejmarek xwendekarên ku ji xwendinê qut bûne berê xwe dan 197 dibistanên Tebqayê. 2 hezar mamoste li ser wan dibistanan hatine belavkirin.

Ruxmî ku hêza dibistanan êdî nemaye hejmara zêde ya xwendekaran pêşwazî bike, lê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Tebqayê şagirtên nû pêşwazî dike. Li gorî cîgirê hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê yê Tebqayê Henano Xelîfe destnîşan kir ku komîteyê bi desteka rêveberiya sivîl 15 dibistanên din sererast kiriye da ku barê dibistanên din sivik bike.

Xwendekarên dibistanên Tebqayê kêfxweşiya xwe bi vegera wan ji daniştokên xwendinê re ji ajansa me re anîn ziman. Xwendekaran teqez kirin ku hebûna pirtûkan di destên wan de  naskirina waneyan ji bo hêsantir kir û çalakbûna wan bi mamosteyan re zêde kir.

Ji aliyê xwe ve mamosteya dibistana Qirtuba ya taxa Duyem a bajarê Tebqayê Intîsar El-Ehmed destnîşan kir ku hebûna pirtûkan, demên wan birêxistin kir û asta şagirtan bi rêya bikaranîna pirtûkê wek lêvegerek li mal, bilind kir.

Girêdayî astengiyên ku rastî wan tên, Intîsar diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya xwendekaran şagirtan agahiyan zehmetiyan  di aliyê têgihiştina waneyan dikşînin û got, li gel wê jî hin dibistanê depên wê ne baş in.

(şx)

ANHA