Li Şengalê gorek din a komî hat dîtin

Li navenda bajarê Şengalê gorek din a bi kom hate dîtin. Tê payîn ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de kesên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatîn qetilkirin, bi awayekî komî di vê gore de hatibin veşartin.

Li Şengalê gorek din a komî hat dîtin
4 sibat, 2019   14:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Li navenda bajarê Şengalê li ser cadeya Sereke ku dikeve nêzî Sayloya Şengalê, di dema kar ji bo nûjenkirina Cadeyê dihate kirin de, karkeran komek hestiyên mirovan dît. Lê ji ber nebûna tîmên taybet ji bo lêkolînkirina li ser gorên bi kom yên li Şengalê, heya niha nayê zanîn ku hestiyê çend Kesan di vê gorê de hene.

Tê payîn ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an de kesên ku ji alyê DAIŞ’ê ve hatîn qetilkirin, bi awayekî komî di vê gore de hatibin veşartin.

Ji bilî vê gora bi kom, li Şengal û derdora wê heya niha 69 gorên bi kom hatine dîtin. Lê heya niha ev gor ji bo lêkolînê nehatine vekirin.