Rêveberiya Xweser xwest rola jinan bê çalakkirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê raporên xebatên jinan nirxandin. Meclisê xwest rola jinan di nava komîteyan de bê çalakkirin.

Rêveberiya Xweser xwest rola jinan bê çalakkirin
4 sibat, 2019   14:07

GIRÊ SPÎ

Civîn li Navenda Desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya navçeya Eyn Îsa hate lidaxistin. Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, cîgirên hevserokatiyê Elîzabit Goriyê û Rohilat Arif û hevserokên jin ên deste û buroyên rêveberiyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de raporên deste û buroyan hatin xwendin û pirsgirêkên kar hatin nirxandin, her wiha hin pêşniyar jî hatin kirin.

Piştî nirxandina raporan plansaziya xebatên meha bê hate danîn û hate xwestin ku bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyên cuda bêne lidarxistin.

Meclisa Rêveber ji deste û buroyên rêveberiyê xwest ku hejmara jinên di nava deste û komîteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, nîşan bikin. Her wiha hate xwestin ku rola jinan di nava komîteyan de bê çalakkirin û programa perwerdeya pîşeyî jî bê amadekirin.

Di dawiya civînê de hate xwestin ku Desteya Serokatiya Meclisê ji bo nirxandina kar û xebatan rojeke civînê destnîşan bike.

(tk/k)

ANHA